Polîtîk
Bedlîs, Befr û hilbijartin
Li bajarê Bedlîsê ji ber befr û bahozê beşdariya dengderên hilbijartina herêmî ya Tirkiye kêm kiriye.
Îro demjimêr 09:00 an de li bajarê Bedlîsê befir barî û piştî barîna befrê jî rewşa hewayê vegeriya li ser bahozeke tund. Dengdêrên ku xwestin bi seyareya xwe biçin beşdarî li hilbijartinê de bikin, li ser rê û rêbaran asê man û nekarîn dengên xwe bidin.
Kesên xwe gihandin ser sindoqên hilbijartinê jî qelebalixiyeke zêde pêkanîn û ev yek jî bû sedema nerazîbûna hemwelatiyan.