Li Şirnexê mijara vekirina deriyên nû
Heyeteke hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Kerîm Şingalî wezîrê karûbarên navxwe yê hikûmeta Kurdistanê serdana bajarê Şirnexê li bakurê Kurdistanê kir û ji aliyê waliyê Şernixê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de pirsa vekirina deriyên nû li ser tixûb gotûbêj kirin.
Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê ji Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê, Temer Remedan waliyê Duhokê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê pêk hat bû, li avahiya walîtiya Şirnexê bi waliyê Şirnexê Hesen Îpek û waliyê Hekarî Necmedîn Kalkan civiyan û mijara vekirina deriyên nû li ser tixûb nirxandin.
Şingalî di axaftinekê de kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Şirnexê diyar kir û got ku, ew li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê hatine Tirkiyeyê:
– Em hêvîdar in ku, dê hevdîtinên me baş derbas bin û em di wê baweriyê de nek u, vekirina deriyên nû dê ji bo her du aliyan xêr be.
Weke kut ê zanîn ku, di 15ê adarê de li Wanê serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê karên derve Ahmet Davutoglu ji bo vekirina deriyên nû li ser sînor li Hekarî û Şirnexê bên vekirin û çêkirina pireke nû li ser deriyê sînorê Xabûrê de hevdîtinên protokolek îmza kir bû.
Li dor ajansa nûçeyan Anadolu waliyê Şirnexê Îpek Keştiya Nuh diyarî Kerîm Şingalî wezîrê navxweyê Kurdistanê kir
Walî Îpek ‘keştiya Nûh’ û xalîçe diyarî Sîncarî kir