Nivîsar

Newroz, Kurd û Kurdistan

Dema cejnek netewî tê pîroz kirin mirov dixwaze hemû nirx û sembolên netewî di wê cejnê de bibîne. Bê goman Newroz  her demî li gora pêvajoya tevgera azadixwaz  têre derbas dibê tê pîroz kirin.

Li Bakurê Kurdistanê heta sala 1976ê jî newroz girsehî nedihata pîroz kirin. Piraniya caran hinek kesayetên siyasî li deverekî nehînî diciviyan û li gora têgihandina xwe newroz pîroz dikiran.

Newroz di nava gelê Kurdistanê de li gora adeta sedên sala dihat pîroz kirin. 20 Adarê şev xetîre dihatin pêxistin û heta berê sibehî xelk bi xetîra digeriyan. 21ê Adarê jî xelk derdiketin seyranan û ew roj hemû bi leyiztik û strana derbas dikiran.

Lê taybetî piştî sala 1977ê Newroz li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên siyasî ve û di bin şîara Kurdistanek serbixwe de  dihata pîroz kirin. Hêdî di wan salan de daxwaziyên netewî di newrozê de dihatin pêş û gelek cihan dema agirê newrozê pêdiket dibûya sedemê aloziyan jî.

Lê piştî înqilaba leşkerî ya sala 1980ê demek dirêj newroz hêdî nehat pîroz kirin. Piştî li Bakur PKK bi hêz bû di van salên dawî de li bajarên Kurdistanê girsehî Newroz hate pîroz kirin. Lê Qada newrozê bû qada siyaset û propaganda PKKê û Ocalan. Newroz ji naveroka wê ya azadiyê û ya daxwazên netewî hate şûştin.

Hêdî dewlet bi xwe jî li Bakur û Tirkiye li gora mejîyek dagirkerî li Newrozê xwedî derket. Li gelek deveran hêdî Newroz ji aliyê dezgehên dewletê ve jî tê pîroz kirin.
Heta di roja me de gelek parêzerên bajarên Kurdistana Bakur newrozê bi zimanê Kurdî  li xelkê pîroz dikin.

Yanî bi awayek din di vê qonaxê de li Bakur, Newroz bi girsehî tê pîrozkirin. Lê ji hemû nirxên netewî şûştî tê pîroz kirin. Wek mînak di qada Newrozê de mirov alayên Kurdistanê nebîne. Carê hinek ciwan di nava sedên hezaran de aleyek didu ya Kurdistanê bilin bikin jî gelek naxweyê.
Gelo dema Newroz ji naveroka wê ya netewî bête şûştin sedên hezaran jî kom bibin çi mana wê dimîne?

Lê îsal gavek bê jî newroz li hinek deveran ji derê PKKê bi giyanek netewî hate pîroz kirin. Hewldana Partiyek Kurdistanî li Diyarbekirê 20ê Adarê evarî ahengek ya Newrozê li darxist. Di vê şêvê de ala Kurdistanê hebû. Bêhna netewîyetê ji vê ahengê dihat. Bê goman piştî evkas sal li Diyarbekirê organîzekirina ahengek bi vî avahî girîng bû.
Ji aliyek din Tevgera Ciwanên Kurdistanê di bin ala Kurdistanê û weneyê sembola tekoşîna netewî  Barzaniyê nemir de li Qoserê Newroz pîroz kirin. Ciwanên Kurdistanê alayên Kurdistanê bilind kirin û bi sedan ala li xelkê belav kirin.

Ev çalakiya Ciwanan gelek girîng bû. Ji ber ku Newroz li gora naveroka xwe ya netewî hate pîroz kirin û nirx û sembolên netewî li qada Newrozê hebûn.
Hêvî ewe ku salên werin Newroz cardin bibe zemînê daxwaziyên gelên Kurdistanê yên rewa û Newroz bi giyanek netewî bê pîroz kirin.

23.Adar.2014

Dara Bilek


Sê Newroz sê dîmen

Newroza Diyarbekir(BDP)

 

Newroz Diyarbekir(Hewldana Partiyek Siyasi)

 

Newroz Qoser(Tevgera Ciwanên Kurdistanê)

 

Back to top button