Hewildana Partiyeke Kurdistanî jenosîda Helepçeyê bibîr anî
Hewildana Partiyeke Kurdistanî îro li Helepçeyê,li Amedê,li Wanê jenosîda Helepçeyê bi civîn û meşan bibîr anî.
Li Başûrê Kurdistanê,li Helepçeyê heyeteke HPK ê ya Komîteya Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîma bîranîna komkujiya Helepçeyê bû.heyeta HPK ê çelengeke ku navê ”Hewildana Partiyeke Kurdistanî” li ser nivîsandîbû li ser goristana şehîdên Helepçeyê danîn û beşdarî merasîmê bûn.
Li Wanê jî rêveber û endam û dor û bera HPK ê bi axaftin û slayt û raportên di derbarê jenosîda Helepçeyê,ev komkujiya bibîr anîn.Herweha pankarteke ku li ser ”Em komkujiya Helepçeyê şermezar dikin” li ser avaiya bînay3e darvekirin.
Li Amadê bi awayekî qelabalix ewilî li buraya HPK ê ya Amadê civînek hate li dar xistin.Civînê bi ”ey raqîb”ê destpêkir.Di civînê de di derbarê Helepçeyê de filmekî dokumanter hate nîşandan.Di derbarê komkuliya Helepçeyê de malûmat hate dayin.Paşê hevalême Mehmet Vural di derbarê kuştina Hemît Akil û 6 şoreşgerên din yên di 16.03.1978 ê de li ber Unîversîteya Stenbolê şehîd ketibûn de da.Programa ku li buroya HPK ê ya Amadê de çêbû,ji DİTAM ê Mehemt Kaya,ji PDK(Platforma Demokratên Kurd) ê Baran Hamza,ji Azadî Însiyatîfî
Merheba,Adem Özcaner,ji ÖzeDönüş Platformu Fikrî Amedi û ji ÖSP yê Nusret Maçin jî beşdar bûn.
Piştî, bîranîna li buroya HPK ê ew kesên ku beşdarî civînê bibûn,ji ber buroyê dest bi meşê kirin.Di Kuçeya Sanatê de derbas bûn û gihîştin ber AZC Plaza yê.Meşa bi alaya rengîn û bi pankarta ku tê de ”Komkujiya Helepçeyê Nayê jibîr kirin…HPK” nivîsandibû ji aliyê kesên li li kolanan de bi awayekî coş û geş hate pêşîwazî kirin.Gel bi çepikên xwe piştgiriya xwe nîşan da.Li ber avahiya AZC Plazayê jî,li ser navê HPK ê endamê Meclîsa HPK ê Nurî Sınır daxuyaniya HPK ê ya bi Kurdî ya di derbarê Helepçeyê xwend.
Gava ku meşa HPK ê gihîşt ber AZC Plazayê li wê derê Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî ji bo Helepçeyê kampanyaya îmzeyê destpê kiribû.Her du çalakî bi ruhekî Kurdistanî gihîştin hev û bi alaya Kurdistanê Helepçe li Amadê hate bibîr anîn.