Kultur

Li Agirî pêşbaziya stranên Kurdî

Li Egitim-Sen a şaxa Taşliçaya bajarê Agirî bi beşdariya navend û gundên deverê pêşbaziyeke stranên Kurdî li dar xist.

Pêşbaziya ku ji aliyê Egitim-Sen ve hatibû li darxistin ji aliyê gel ve beşdarbûneke zêde dît. Pêşbazî bi bêyî muzikê bi tenê bi deng û ji bo gel û guhdarvanan bi awayeke vekirî hate kirin. Li pêşbaziyê de 42 kes beşdar bûbûn û 10 kes li asta yekem de serketin û dawiya pêşbaziyê dê roja Newrozê de li şahiya Newrozê de bê diyarkirin.

Rayedarên Egitim-Sen ê dane zanîn ku armanca wan ku çanda deverê geş bikin û li navbera gel de şiyanên cûda û pêşketî eşkere bikin.

Back to top button