Polîtîk

Konsulusê Koriya Başûr Xatira xwe ji Rayedarên Kurdistanê xwest

Konsulusê Koriya Başûr yê li Bexdayê xatira xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Koriya Başûr yê li Bexdayê Kim Heong Miong kir.

Di destpêka hevdîtinê de Konsulusê Koriya Başûr armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragehand ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî weke Konsulusê Koriya Başûr li Îraqê bi dawî hatiye.
Kosnulusê Koriya Başûr di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku di vê serdana han de bo Kurdistanê min beşdariya civîneke siyasî li Silimanî û herwiha wegerandina termên Şehîdên enfal bo Kurdistanê kir û got: Koriya Başûr gelek dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re ên di her warî de bihêztir û berfiretir bike.

Çavkanî di beşeke din ji axaftinên xwe de jiber rewşa heyî ya li Kurdistanê ya di her warî de spasiya Serokatiya Kurdistan û hikûmeta Kurdistanê kir û got: Koriya Başûr di vê baweriyê deye ku di demeke nêz de Kurdistan digehêje tevahiya xweziyên xwe û qonaxeke baş ya pêşkeftinên derbas dike.

Nav hatî eşkere kir ku di wan du salan de ku li Îraqê weke Konsulusê Koriya Başûr kar kirine kariye ji nêz ve baştir gelê Kurd û ev karesatên ku li ser vî hatine sepandin binase û gelek xalên hevbeş di navbera her du gelê Kurdistan û Koriya Başûr de hen.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiyên xelk û hikûmeta Kurdistanê pêşkêşî gelê û hikûmeta Koriya Başûr kir ku piştî sala 2003an heta niha bi awayên curbicur xizmeta Kurdistanê kirine û bingeheke bihêz bo peywendiyên navbera Kurdistan û Koriya Başûr danîne.
Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa rola Konsulusê Koriya Başûr yê li Bexdayê kir û ragehand ku di dema wan du salan de bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Koriya Başûr de gelek bi awayekî ektîf rol lîstiye.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek jî eşkere kir ku Kurdistan jî gelek dixwaze peywendiyên xwe yên di her warî de li gel Koriya Başûr berfiretir û bihêztir bike.

Back to top button