Barzanî: Armanc ewe Helebçe bibe navenda aştiyê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xuşk û birayan û rûniştvanên Helebçeya Şehîd
Piştî wan qurbanîdana mezin we serbilindiyê bi Kurd û Kurdistanê bexşiye bi parêzgeh kirina Helebçe kêmtirîn xizmete ku li asta qurbanîdana we yên xweşdivî da bê. Karkirina li ser meseleya bi parêzgeh kirina Helebçe bi erkê xwe dizanîn û niha ev pirs li cem Encûmena Nûnerên Iraqa Federale. Bawer bikin ku ji bo bi zûtirîn dem serxistina vê babeta girîng vê destkefta we yên ezîz û hemû Kurdistaniyek berdewam dibîn.
Hêvîdarîn hun yê xweşdivî war bi wê yekê nedin kesek yariyê bi vê babetê ve bike û kar ji bo bê hêvî kirina xelkê qehremanê Helebçeyê Şehîd bike. Ji ber ku li rastiyê da projeya bi parêzgeh kirina Helebçeya Şehîd babetekî neteweyî û nîştimaniye û hengaveke ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê xweragirî vê deverê û armanca wê ewe Helebçe bibê navenda aştî û jiyanekî nû li Herêma Kurdistan û navçeyê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.03.2014