Polîtîk

Dadwer biryara girtina Mehmûd Sengawî da

Parêzerê doseya kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî, Kawa Letîf ragihand ku dadwerê asayişa Kelarê biryara girtina Mehmûd Sengawî û Zaxo Ahmedî da.

Kawa Germiyanî yê rojnamevan di 6ê meha Gulana sala 2013an li pêş deriyê mala xwe bi guleyan hatibû kuştin.

Mehmûd Sengawî endamê polîtburoya YNKê, yek ji wan kesan bû ku ji aliyê malbata Kawa Germiyanî ve bi tohmeta kuştina kurê wan hatibû tohmet barkirin, roja 6ê Çile jî dadwerê lêkolînan fermana girtina Sengawî da.

Pişîr zêdetir ji 20 roj girtin, Mehmûd Sengawî serbest hat berdan û di kongreyekî rojnamevanî de car din tekez li ser bê tawaniya xwe himber kuştina Kawa Germiyanîm kir.

Back to top button