Civak
Hikûmeta Kurdistanê 2 milyon dolar ji bo turizmê xerç dike
Desteya Geştuguzariya(Turizm) Herêma Kurdistanê amadekariyan ji bo geştiyarên îsal destpêkiriye, berdevkê Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye Hikûmetê 2 milyon dolar ji bo xizmetguzarî û pêwîstiyên geştuguzariyê dabîn kiriye.
Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Geştuguzariya Herêmê ragihandiye: Li gel hemû Birêveberiyên Geştuguzariya Hewlêr, Silêmanî, Dihokê kombûne û amadekariyan ji bo cihên geştiyariyan û geştiyaran destpêkiriye.
Her wiha eve jî dibêje ku li rêya çend çapemenî û belavokan ve rênimayiyan didine hemwelatiyan û ji bo îsal jî sîstema elektronî (GPS) berdewam dibê ku geştiyar dikarin bi hêsantirîn awayî hemû zanyariyan li rêya mobailê ve bi destbixin.