Polîtîk
Sedir: Malikî diktator e û hikûmeta wî jî gendel e
Muqteda Sedi kesatiyê navdar û naskitiyê Şîye li Îraqê, di pireskonfrensekê de hikûmeta Nurî Malikî bi dijwarî rexne kir û wî, Malikî bi ”diktator” wesif kir.
Sedir got ku, ew weke nûnarê malbata Sedir ji siyasetê dûr dikeve û êdî nabe kes bi navê malbata Sedir li Îraq siyasetê bike.
Sidr di axaftina xwe de serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bi dijawarî rexne kir û got: Nurî Malikî kesek diktator e û hikûmeta wî jî hikûmetek gendel e.”
Ev yekemîn care Muqteda Sedir ku, yek ji rêberên Şîeyan li Îraq ye bi vî awayî dijwar Malikî û hikûeta wî rexne dike û ev êrîşên Sedir bo ser Malikî di
demekî de dene ku, piştî du mehên din hilbijartinên parlamentoya Îraqê çê dibin