Polîtîk

Îtalya li Kurdistanê Konsolxaneya Giştî vedike

Li berdewamiya berev pêşveçûna peywendiyan û berfirehbûna warê hevkariya li navbera Herêma Kurdistanê û Îtaliya li hemû waran da û li ser daxwaza her du aliyane ji bo bilindkirina asta nûnerayetiya Îtalya li Herêma Kurdistanê. Hikumeta Îtalya biryar da asta nivîsîngeha Balyozxaneya xwe bilind bike û Konsolxaneya Giştî veke.

Li ser daxwaza Wezareta Derve, Encumena Wezîrên Iraqa Federal li civîneke xwe ya asayî ya hejmar 7 li rêkefta 18.02.2014 rizamendiyê li ser wê daxwazê nîşanda ku Konsolxaneya Giştî ya Îtalya li Hewlêrê veke.

Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derve ragihand xweşhalîn bi wê biryarê û pêşwaziyê lê dikin ewe jî dibê sedema derfeteke zêdetirê berev pêşbirina peywendiyên li gel Îtalya li warê siyasî û aborî û bazirganî û rewşenbîrî û çandî û pêşkêş kirina xizmetguzariyên Konsolxane û pêdana vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Îtalya ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Back to top button