Keça Şêra Helly Luv agahdariyeke nû belavkir
Keça Şêra Helly Luv li ser rûpela xwe ya taybetî ya facebookê hezkirên xwe agahdar dike ku li ser navê wê gelek rûpelên torên civakî hatine belavkirin û li ser navê wê reklam têne kirin lê ew ne agahdarî wê yekê ye.
Hunermenda Kurd Helly Luv li ser rûpela xwe ya taybetî ya facebookê peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:
Hemû guhdar û hezkirên xwe yên azîz agahdar dikim ku ev demeke çend rupel û endambûn bi navê min ve li ser facebook û torên civakiyên dinê internetê hatine çêkirin û wêne û nûçe û daxuyanî bi navê min ve belav dikin û her wiha hinek ji wan rûpelan bi pere reklamê jî dikin.
Ji vir ve radigihînim ku ev rûpel û endametiyên li ser navên min dûr û nêzîk tu peywendî bi min ve tûne û bi tu awayekî ez ne agahdarî wanim, tenê rûpela min a fermî ya li ser tora civakiya facebook ev rûpele. https://www.facebook.com/HellyLuv
Li gel rêz û xweşdiviyên min ji bo we hemûyan.
Helly Luv
Hewlêr – 19.02.2014