Îran Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev dike
Îro roja sêşemiyê 18.02.2014ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanmê pêşwazî li sefîrê Îranê yê Îraqê Hesen Danayî Ferd û şandeya pê re kir û di civînekê de têkeliyên navbera herêma Kurdistan û komara Îslamiya Îranê û pêxistina wan têkeliyan, bi tyabetê di warê bazirganî û aborî de û peydakirina derfetên kar û hilbirînê ji bo kompanî û sermayedarên îranî li herêma Kurdistanê, hatin gotûbêj kirin.
Herwesa, rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û bi taybetî rewş û pêşhatên emnî û serbazî yên wîlayeta Enbarê û çend deverên din yên Îraqê, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliytan û hewilên pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bû.
Sefîrê Îranê yê Îraqê piştevaniya welatê xwe ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalîya Îraqê diyar kir û hêvî kir ku, Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê li hev bikin û bigihin çareseriyekê ku, di berjewendiya her du aliyan û tev Îraqê de be.