Polîtîk
Ermenîstan li Kurdistanê Konsolxaneya xwe vedike
Wezîrê Derveyê Ermenîstanê eşkere kir ku welatê wan ji bo hemwelatiyên Iraqê vîzeyê hilgirtiye û Iraqî êdî dikarin bi bêyî wergirtina vîze serdana Ermenîstanê bikin û wan biryarê daye Konsolxaneyek jî li bajarê Hewlêrê veke.
dward Nalbandiyan Wezîrê Derveyê Komarê Ermenîstanê li civîneke rojnamevaniyê hevbeş li gel Hişyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê ragihand Komara Ermenîstanê biryar da vîzeya çûna wî welatî ji bo Iraqiyan hilbiweşênê û Konsolxaneyek jî li bajarê Hewlêrê veke.
Nalbandiyan balkişand li ser wê yekê ku ev hengavên Hikûmeta wan li çarçêweya pêşxistina peywendiyên di navbera her dû welatan da tê.