Polîtîk

Banka Standard Chartered leqa Kurdistanê vedike

Banka Standard Chartereda Brîtanî yekemîn leqa xwe ya Kurdistanê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vedike û Serokê Cîhbicîhkarê Şîrketê jî dibêje: “Hatina me ya Herêma Kurdistanê sedemeke ji bo geşbûna aboriya Kurdistanê û hevkarîkirina veberhênerane”.

Li gor nûçeyeke ajansa Routers banka Standard Chartered meha pêş de yekem leqa xwe ya li paytexta Herêma Kurdistanê vedike, Routers belav kiriye ku sedema çûna wê banka mezina Brîtanya rexsandina hela kar û veberhênan û her wiha plana Hikumeta Herêma Kurdistane ji bo berev pêşbirina bingeha aboriya Herêma Kurdistane.

Banka Standard Chartered berê li Bexda ya paytexta Iraqê leqa xwe vekiribu niha jî leqekî din li Herêma Kurdistanê vedike û piştî wê jî leqekî din li Basra vedike.

Back to top button