CîhanFlaş

Hilbijartinê li Israîl Netanyahu ji navnebir..!

Piştî jimartina zêdetirî 2 milyon dengan, Netanyahu dikeve pêşiya Eisenkot, lê nikare bigihîje hejmara 61an. Tevî ku di pêşengiya koalîsyonê de li pêş e jî, blokên Netanyahu û Eisenkot hîn jî di rewşeke ne zelal de ne • Tê pêşbînîkirin ku partiyên Ereb bi giştî 16 heta 19 kursiyan bi dest bixin; ev yek jî hewldanên avakirina koalîsyonê zehmettir dike.

Li Israil gorî encamên dengdanê ku şevê Sêşemê ji aliyê kanalên 11, 12 û 13an ve hatin weşandin, di hilbijartinên Îsraîlê de serkeftiyekî zelal derneket holê. Di van encaman de hat dîtin ku hem bloka Serokwezîr Benjamin Netanyahu û hem jî bloka opozîsyonê (ya ku dixwaze wî biguherîne), nikarin bigihîjin piraniya 61 kursiyan li Knessetê.

Lêbelê, îro sibehî encam nîşandidin ku, bloka Netanyahu bi awayekî zelal pêş de ye.

Roja Sêşemê, tê pêşbînîkirin ku bloka opozîsyonê – ku ji partiyên Yashar, B’Yachad, Yisrael Beytenu û Demokratan pêk tê – 49 heta 51 kursiyan bi dest bixe; li hemberî vê, ji bo bloka Netanyahu jî 51 heta 52 kursî hatibûn pêşbînîkirin. Îro roja Çarşemê, hejmara kursiyên bloka opozîsyonê li gorî her sê kanalan daket 47an, û ji bo bloka Netanyahu jî 53 heta 57 kursî hatin pêşbînîkirin.

Li gorî kanalên 13 û 11an ên roja Sêşemê nîşan didan ku her du alî (bloka Netanyahu û bloka opozîsyonê) bi 51 kursiyan di heman astê de ne, lê kanala 12an pêşbînî dikir ku bloka Netanyahu 52 kursiyan bi dest bixe. Roja Çarşemê, kanalên 11 û 12an pêşbînî kirin ku bloka Netanyahu 57 kursiyan bi dest dixe, û kanala 13an jî 53 kursî pêşbînî kir.

Heta wek vê gavê tê pêşbînîkirin ku partiya Likud 27 kursiyan, û partiya Yashar jî 21 heta 22 kursiyan bi dest bixin. Wisa xuya dike ku ji bo avakirina koalîsyonê rêyeke zelal li ber tu aliyan tune ye, her çend bloka opozîsyonê piştî belavbûna encamên hilbijartinê, serkeftina xwe ragihandibe jî. Ji bo Likud 27-28 kursî, û ji bo Yashar jî 21 kursî hatin pêşbînîkirin.

Tê pêşbînîkirin ku “Lîsteya Hevbeş” (Joint List) û partiya “Ra’am” bi hev re 18 heta 19 kursiyan bi dest bixin – ku ev hejmareke rekor e – û bi vê yekê dibe ku partiyên Ereb di danûstandinên koalîsyonê de bibin xwedî roleke diyarker. Lêbelê, serokên opozîsyonê, ji bilî Yair Golan ê ji partiya Demokratan, bi piranî avakirina hikûmetê bi partiyên Ereb re red kirine. Ev hejmar sibê r hinekî kêm bû; sînorê jorîn (19 kursî) wekî xwe ma, lê sînorê jêrîn daket 16an.

Back to top button