CîhanFlaş

Swêd daxwazeke birêvebirina geştên esmanî di navbera Stokholm û Şamê de red dike

Swêdê daxwazeke birêvebirina geştên esmanî yên rasterast di navbera Stokholm û Şamê de red kir.

Malpera “AlKOMPIS” a Swêdî ji belgeyeke fermî veguhestiye ku Hikûmeta Swêdê daxwaza Hêlên Esmanî yên Sûriyê ji bo birêvebirina geştên esmanî yên rasterast di navbera Şamê û Stokholmê de, red kiriye.

Diyar kir jî ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Swêdê di biryara xwe de gotiye ku berdewamiya nakokiyan di navbera grûpên cuda de li Sûriyê û metirsiyên girêdayî çalakiyên leşkerî li esmanê Sûriyê, dibin astengî li pêş geştên ku daxwaza wan hatiye kirin.

Malpera Swêdî daye zanîn jî ku Hêlên Esmanî yên Sûriyê di Hezîrana bûrî de daxwaza destpêkirina geştên esmanî di navbera balafirxaneya Şamê û ya Arlanda de li Stokholmê kiribû, û dixwest di hefteyê de 4 geşt hebin.

Ev redkirina Swêdê tevî wê yekê hat ku hin welatên Ewropa rê daye ji bo geştên di navbera wan û Şamê de, Wek Elmanya, Nemsa û Holanda.

Back to top button