CîhanFlaş

Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li ser dêreke li Urdinê şermezar kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) belav kir û bi tundtirîn şêwe êrîşa terorîstî û xayînane ya li ser Dêra “Sant George” a li parêzgeha Kerekê ya Urdinê şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser bihêziya pêwendiyan û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Urdinê kir û nivîsand: “Kurdistan bi hemû hêz û şiyana xwe ve li kêleka Urdina dost, di bin serkirdayetiya birayê min ê birêz Şah Ebdullah de, di rûbirûbûna terorê de disekine.”

Di berdewamiya peyama xwe de, Serokê Hikûmetê sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî kesûkar û malbatên qurbaniyan kir û hêviya çêbûneke lezgîn ji bo birîndaran xwest.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku duh 23ê Cotmehê, li parêzgeha Kerekê ya Urdinê, çend çekdarên nenas di dema merasîma veşartina cenazeyekê de, gule li beşdaran reşandin. Di encama vê êrîşa li ser Dêra “Sant George” de, herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest da û 28 kesên din jî birîndar bûn.

Back to top button