
Sıyasetmedarê Kurd Litfî Baksî dema ji Diyarbekirê diçû Swêd li balefirxaneya Stanbulê de hate binçavkirin. Baksî ji bo cezayeka xwe yê kevin ku hatibû şûnde avêtin hatiye binçav kirin. Îro dertêxin dadgehê..
Di vê derbarê de Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.
Ev deqê daxûyaniyê ye:
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em Desteserkirina Siyasetmedarê Kurd Lutfî Baksî Şermezar Dikin
Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd rêzdar Lutfî Baksî, di roja 21.10.2026an de, li Balafirgeha Stenbolê ku ji bo vegere Swêdê çûbû wê derê, hat desteserkirin.
Lutfi Baksi, piştî karûbarên li wir, bo ‘’’Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê’’ hat veguhestin.
Lutfî Baksî di destpêka meha îlonê de ji Swêdê hatibû Tirkiyeyê, di vegerê de hatîye desteserkirin. Li gorî agahdarîyên ku me wergirtine, dê îro Lutfî Baksî bibin Edlîyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Lutfî Baksî 85 salî ye û nexweşîyên kronîk ên wekî demans (bîrçûn), dil û şekir di nav de, bi çendîn pirsgirêkên tenduristiyê re rûberû ye û dermankirina wî berdewam dike.
Em desteserkirina rêzdar Lutfî Baksî şermezar dikin û dibêjin bila demildest bê berdan.
22.10.2026


