CîhanFlaş

Şeredarek din ji CHPê îstifa kir

Şaredarê Kemerê ya navçeya Antalya Necati Topaloğlu ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir. Li gel Şaredar Topaloğlu, heşt endamên din ên encumenê jî ji CHPê veqetiyan. Şaredar Topaloğlu di posteke medyaya civakî de ku bi “Hevwelatiyên min ên hêja” dest pê dike, îstifaya xwe ragihand û wiha got:

“Piştî nirxandinên me, digel heşt endamên encumenê yên şaredariyê, me biryar da ku em ji endametiya xwe ya di Partiya Gel a Komarî de îstifa bikin û erkên xwe bi awayekî serbixwe bidomînin. Ev biryar berpirsiyariya ku em li hember Kemer û we hildigirin naguherîne. Ez ji bo hewildanên wan spasiya hemî hevkarên xwe yên ku me bi wan re ev rê meşiyaye dikim, û ez rêzê li dostaniyên ku me ava kirine û xebata ku me parve kiriye digirim. Em ê ji bo bicihanîna erkên şaredar û endamên encumenê yên ku ji me re hatine spartin bi awayê çêtirîn bixebitin. Em ê piştgiriyê bidin her hewldanek ku sûdê dide Kemerê, bi berçavgirtina pêdiviyên gelê xwe û pêşeroja me ya hevpar. Em li pişt sozên xwe ne. Em ê bi heman hewildan û dilsoziyê di rêya xwe de berdewam bikin da ku hêjayî baweriya we bin û xizmeta Kemerê bikin.”

Back to top button