
Nêçîrvan Barzanî: Di Foruma MERI de Kesayetek Dîplomatîk, Aştîxwaz û Bibiryar..
Foruma MERI (Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn) ya ku li Hewlêrê hatî lidarxistin, her tim dibe qadeke girîng ji bo nîqaşên siyasî yên herêmî û navneteweyî.
Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di medya civakî de ji aliyê hinek kesan ve hate rexne kirin. Bê guman rexnekirin û şirovekirina helwest û taybetî axavtina serokê Herêma Kurdistanê di forma MERI de tiştek asayiye. Bê guman mafê her kesekî ye ku li ser helwestekî yan jî li ser naveroka civînekî rexneyan bike. Lê hinek rexne dema ji rexnetiyê derkeve û ji sinorên ehlaqî derbas bibe gerek mirov bikaribe bala wan kesan bikşîne ku, ew bê hemdê xwe li dijê destkevtiyên Kurdistanî dikevin di nava leptekî de.
Hinek rexne ji qalibê realiteyê derbas dibin û bi tenê awayek hissî têne kirin, ihtimala mirov bi wan jî tê bigihe. Lê hinek jî wek firsendekî di medya civakî de bê ehlaqiyê dikin û taybetî di bin navên sexte de tiştên ne li ser rê dibêjin. Di rastiya xwe de gelek ji van kesên ku di bin navên sexte de û bi hesabên sexte jî pîsatiyê dikin têne zanîn. Lê bi tu awayî nayê hesibandin ku ew ji xwe hene jî.
Nêçîrva Barzanî her gava ku tavêje, her gotina ku dibêje hemû bi kûrahî tê tehlîl kirin û piştre gava pêwîst tavê je yan jî gotara xwe pêşkêş dike. Kurdistanê de kesek wek Nêçîrvan Barzanî partî û aliyên siyasî nas nake. Lê hinek pêwendî û helwest nayê wateya ew bawerî li wan tîne û kesên din ihmal dike. Vêca gelek hevce nake ku mirov behsa van tiştan bike. Gotinek kurdan heye: “Yê dizane ji xwe dizane yê nizane baqê nîskaye “
Di forumê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijarên girîng û çarenûsî axivî, wî wek gelek caran, careke din nîşan da ku ew ne tenê lîderekî asayî ye, lê belê dîplomatekî xwedî vîzyon û kesayetiyeke aştîxwaz a bêhempa ye. Di panelê de bersivên wî yên zelal, bibiryar û di heman demê de berpirsiyar, cewhera serokatiya wî û kesayeta wî radixist ber çavan.
Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nav agir, qeyran û alozîyên mezin de ye, serrastkirina hevsengiyê ne karekî hesaniye û geleki zehmet e jî. Dema Nêçîrvan Barzanî li hemberî rexneyên derbarê têkiliyên Kurdistanê yên bi dewletên cîran (wekî Îranê) û hêzên hevpeyman re axivî, ew qet bi hestyarî nêzîk nebû. Wî bi berpirsiyariyeke dîrokî û bi “realpolîtîkeke” kûr tevdigeriya. Bersiva wî ya bi biryar dirokî ev bû ku ew ê rê nedin xaka Kurdistanê bibe qada şer û gefê li ser welatên cîran. Ev helwest nîşan dide ku ji bo wî parastina statû, ewlehî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her îdeolojiyekê û ji her berjewendiyeke teng a partiyetî bilindtir e.
Taybetmendiya herî berbiçav a Nêçîrvan Barzanî, zimanê wî yê aştîxwaz û avaker e. Ew her tim wekî pirekî navbera nakokiyan de ji bo li hevhatinan tê naskirin. Toleransa Nêçîrvan Barzanî gelek cara dibe sedemek ku ew xelet bê famkirin,lê eger ew tolerans nebûya îro dê li Herêma Kurdistanê û hinek beşên din behsa tiştên din bihata kirin.
Di foruma MERI de, li hemberî pirs û rexneyên li ser nakokiyên navxweyî yên siyaseta Kurdî, wî bi hosteyane tekezî li ser yekrêziya mala Kurdî kir. Wî bi zimanekî zelal da xûyakirin ku aştî û diyalog ne tenê daxwazek e, lê pêwîstiyeke jiyanî ye ji bo mayîndebûna Kurdan. Di heman demê de, hewldanên wî yên berdewam ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê bi riya diyalogê, îspata vîzyona wî ya aştîxwaz e.
Aştîxwaziya Nêçîrvan Barzanî qet nayê wateya bêçaresîyê yan jî lawaziyê; berevajî wê, di parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê de de ew gelekî hişk e û bi biryare. Dema ku di forumê de hin aliyan bi daxwazên nerasteqîn an jî bi rexneyên tûj êrîşî siyasetên wî kirin, bersivên wî li ser serweriya yasa, kontrolkirina çekan di bin sîwana dewletê de û dûrxistina Kurdistanê ji şerên wekaletê, gelekî eşkere û bê dudilî bûn. Ew qebûl nake ku aliyên din serweriya xaka Kurdistanê binpê bikin an jî xelkê Kurdistanê bixin nav metirsiyên mezin de. Ev jî helwestekî dîplomatîk a gelekî bi hêz e. Di bingehê vê diplomasiyê de kûrahiya girng dana lêkolînek zanyarî weşartiye.
Performansa Nêçîrvan Barzanî di Foruma MERI de îspat kir ku ew li Rojhilata Navîn serokekî kêm peyda dibê ye. Ew lîderek e ku xwedî sebir e, ew li hember rexneyan gelekî vekirî ye , lê di heman demê de ew di parastina ewlehî û jiyana xelkê xwe de xwedî helwesteke bi biryar e. Înîsiyatîfên wî yên dîplomatîk ne nîşaneya bêçaretiyê ne; ew berhemê hişmendiyeke kûr a dewletdarî û avakirina paşerojeke ewle ye. Bi rastî jî ew, ne tenê dîplomasiyekê birêve dibe, ew dîplomasiya xwe çareseriyê ava dike.
Dema behsa van aliyên Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin, ev ne armanca bersiva hinek rexneyan yan jî parastina wî ji hinek gotarên vale û bêbextiyaye.
Lê divê bê gotin ku, bila kesek hewlnedê ku nakokiyan di nava xwemaliyê de peyda bike. Ew kes yan aliyên hewldidin û bi wê yekê dijîn dê dawiya ji bo wan têkçûn be.
Dubare bêjin, rexnekirina hinek kêmasiyên Forma MERI tu pêwendiya wê Nêçîrvan Barzanî re tuneye. Rexneyên di derbarê temsîlkirina tevgera Kurd li civina MERI de,yan jî rexnekirina helwesta medyayê di heman civînê de bi temamî babetek cudaye û heta radeyekî ev yek tê gotubêj kirin, xeletî û kêmasî têne nirxandin. Lê hinek vê bikin wek firsendekî û behsa Kesayeta Nêçîrvan Barzanî bikin ev dibe bêbextiyeka siyasî.
Herkesek dizanê ku, mêvandariya Nêçîrvan Barzanî gelekî bi rehm û germ e. Heta ev yek tebietek a Barzaniyan bi xwe ye jî. Herkesê destê xwe li deriyê wan bide êw bi rêz û germî pêşwaziyek kurdewarî dikin.
19.2026
Nêrîn / Şirove
N.Firat


