
Barana giran û bahozê li Stenbolê jiyana rojane felc kir. Rêyên li seranserê bajêr bûn golên avê, Lehiyê wesayet li ber xwe birin û gelek cihan de wesayet man di bin avê de.
Kurekî 14 salî li Fatihê li herêmeke lehiyê ji ber elektrîkê mir, û zilamekî 34 salî jî li Sarıyerê dema ku hewl dida ji ava lehiyê derbas bibe ket û jiyana xwe ji dest da.. Li Beykozê, metreyekçarkoşe de 242 kîlogram baran barî, ku yek ji nirxên herî bilind ên baranê yên 41 salan e. Perwerde roja Pêncşemê, 15ê Cotmehê, li Stenbolê ji bo rojekê hate rawestandin.



