Polîtîk

YNK ber bi kûve diçe?

Piştî nexweşiyek dirêj ya serokkomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî nakokîyan jî di nava YNKê de dest da roj bi roj ev nakokî kûrtir jî dibin. Ev dibe sedmek bingehîn ku YNK dema avakirina kabîneya nû ya hukumeta Kurdistanê de ne xwedî helwestek zelal e. Ev yek jî avakirina hukumeta nû dereng têxe.

Mekteba siyasî ya YNKê biryar dabû ku 31.01.2014ê kongreyê xwe li darbêxe. Lê jib o nakokiyên heyî nekarîn kongreyê bicivînin û kongre jib o demek ne diyar paşte dan.
YNK bi bi awayek yekser nayê îdare kirin û istikrara siyaî roj bi roj winda dibe. Hêro Îbrahim ehmed seriyeke, Kosret Resol seriyeke, ji aliyek din jî Berhem Saleh bi sere xwe ye û Mele Bextiyar jî seriyekî dikişîne.

Li gora malpera Xandan Kosret Resol û Berhem Saleh daxuyaniyek belav kirin û daxuyaniyê de vekirî behsa nakokiyên di nava YNKê de kirin. Di vê derbarê de ev nûçe di Xandan de hate weşandin: Kusret Resûl û Dr.Berhem Salih di daxuyaniyekê de ragihandin ku, Yekîtî Nîştimanî Kurdistan`ê (YNK)  di qonaxek hestyar re derbaz dibe û em rijdin li ser sazkirin kongireyek rewa dûr ji sextekariyê.

Di daxuyaniyê de ku wêneyek jê ji bo Malpera Xendan hatiye rê kirin, her yek ji Kusret Resûl Elî û Dr. Berhem Salih ragihandin ku diyare Yekîtî Nîştimanî Kurdistan`ê (YNK)  di qonaxek hestyar re derbaz dibe û me herduyan ji bo Yekîtî Nîştimanî Kurdistan`ê  (YNK)  çend pêşniyar pêkêşî hevalên xwe kiriye beriya (31.01.2014)  û 2 rêkeftinên me yên îmzekirî jî heye ji bo çareserkirina arîşeyan hene.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku, mixibin hevalên me negihîştine encamê û niha jî dema sazkirina kongirê derbaz bû.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, piştî derbasbûna (31.01.2014) em têkest dikin ku em rijdin li ser sazkirina kongireyek rewa dûrî sextekariyê di arasteya nûhbûn û çaksaziya Yekîtî Nîştimanî Kurdistan`ê  (YNK)  bo xizmeta xelkê.

Wekdin Berhem Salih destê xwe ji hemû berpirsiyariyên di nava YNKê de kişand û bi awayekî xwe ji YNKê da aliyekî.
Di vê derbarê de jî daxuyaniyek da.  Li gora nûçeya Xandan ; Dr. Berhem Salih aşkira kir ku wî buçûn û nêrînên xwe li nava Yekîtî pêşkêş kiriye û ragihandiye ku ew ti pileyekî hizbî bo xwe rewa nabînê.

Îro 1/2/2014`an Dr. Berhem Salih di daxuyaniyeke xwe de bo rojnamevanan li bajarê Silêmaniyê got: Ji niha ez ti pileyekî hizbî li nava Yekîtî bo xwe rewa nabînim.

Dr. Berhem got jî: Ez endamekî dilsoz û hevkarim ta lidarxistina kongireya dahatî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji bo ku kongireyekî serkeftî bêt û kêşeyên Yekîtî çareser bike û Yekîtî li ser rêya rast xizmeta xelkê Kurdistanê karê xwe bike.

Niha jî nayê zanîn ku berê YNKê li kûye. Gelek şiroveyên cuda li ser rewşa YNKê têne kirin.

Back to top button