CivakFlaş

Baroya Diyarbekirê serokê xwe yê nû hilbijart

5 emîn kongreya asayî ya baroya Diyarbekirê hate li darxistin. di hilbijartina serokê Baroyê de Sertaç Buluttekin839 dengan wek serokê baroyê hate hilbijartin. Serokê berê Abdulkadir Guleç ku, cardin bibû berbijêr 821 deng wergirtin.

Sertaç Buluttekin kî ye?
Parêzer Sertaç Buluttekin di 27ê Mijdara 1975an de li Dîyarbekirê ji dayik bûye. Di sala 1998an de ji Koleja Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye û di sala 1999an de staja xwe ya hiqûqî li Baroya Dîyarbekirê temam kiriye û di heman salê de wekî parêzerekî serbixwe dest bi kariyera xwe kiriye.

Buluttekin berê di Baroya Dîyarbekirê de di gelek postan de xebitiye, ji 2010 heta 2012an wekî endamê rêveberiyê xebitiye. Ji 2016 heta 2018an wekî cîgirê serokê baroyê xebitiye. Di sala 2018an de, ji bo serokatiya baroyê namzet bû û di 50emîn Civata Giştî ya Asayî ya 2026an de ji nû ve hate hilbijartin, di hilbijartinê de bi ser ket û bû serokê nû yê Baroya Dîyarbekirê.

Back to top button