CivakFlaş

Serok Barzanî: Radyoya Dengê Kurdistanê dengê şoreş û berxwedana Pêşmerge bû

 Serok Barzanî radigihîne, damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê pêngaveke girîng û dîrokî ya Şoreşa Îlonê bû ji bo bilindkirina morala gel û gihandina doza rewa ya kurdan bo cîhanê.

Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Îlona 2026an, bi helkefta 63yemîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêvebir, xebatkarên radyoyê û tevahiya xelkê Kurdistanê kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Rêvebir û xebatkarên Radyoya Dengê Kurdistanê,

Bi helkefta şêst û sêyemîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li we yên hêja, cemawer û alîgirên Partî û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.

Damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê pengaveke girîng a serkirdayetiya Şoreşa Îlonê bû ji bo gihandina dengê şoreşê, nûçeyên berxwedan û destanên Pêşmerge û bilindkirina moral, coş û xweragiriya gelê Kurdistanê. Her wiha rêyeke hemdem bû ji bo nîşandana mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û gihandina peyama doza wî ya rewa bo raya giştî ya Iraqê, herêmê û cîhanê.

Di vê helkeftê de, spasiya wan hemû xebatkar û têkoşeran dikim ku di Şoreşa Îlon û Gulanê de heta niha di berdewamî û zindîhiştina dengê mêrxas ê Radyoya Dengê Kurdistanê de xwedî rol bûn.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.

Mesûd Barzanî

28ê Îlona 2026an

Back to top button