
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Axel Vesh, Balyozê nû yê Avusturya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê digel pîrozbahiya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê di erka wî de xwest û amadebûna sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina karên wî û pêşxistina peywendî û hevkariya hevbeş anî ziman, her wiha spas û rûmeta Herêma Kurdistanê bo dîroka peywendiya dostane û piştgiriya berdewam a Avusturyayê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê nû yê Avusturyayê kêfxweşiya xwe bi wergirtina erka xwe anî ziman û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêzkirina zêdetir a peywendiyan ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş di warên cuda de kir.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa giştî ya navçeyê û çend pirsekî din û girîng û hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû.


