CîhanFlaş

Berpirsekî hikûmetê: Hêzên Amerîkayê bi temamî ji Iraqê vekişiyan

Berpirsekî di hikûmeta Iraqê de ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê temam bûye û da zanîn ku hemû hêzên şerker û yên piştevaniya lojîstîkî ji welêt derketine.

Wî berpirsê Iraqî ji Ajansa Nûçeyan a Almanyayê re diyar kir: “Em niha li bendê ne ku aliyê Amerîkî bi awayekî fermî bidawîhatina hebûna hêzên xwe li Iraqê rabigihîne, da ku têkiliyên di navbera her du welatan de, derbasî qonaxa peywendiyên asayî yên dualî bibin.”

Li gorî rêkeftinên berê, moleta dawî ya ji bo vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ji Iraqê, roja 30ê Îlonê bûye ku tenê du roj jê re mane.

Pêştir di 13ê Tebaxa 2026an de, ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) ji zarê çend berpirsên Amerîkî ragihandibû, artêşa Amerîkayê plan kiriye heta 30ê Îlonê dawî li hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê bîne.

Ev plan piştî wê yekê hatibû ku sala borî piraniya bingehên leşkerî hatibûn valakirin û hêz bo Herêma Kurdistanê hatibûn veguhastin; her wiha proseya derxistina hêz û alavên leşkerî ji Hewlêrê jî beriya sê hefteyan dest pê kiribû.

Rêkeftina dawî piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper a li Bexdayê ketibû warê cîbicîkirinê.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Iraqê pêştir tekez kiribû ku roja 1ê Cotmehê (Tirşîna Yekem) dê bibe qonaxeke nû di dîroka Iraqê de; bi awayekî ku welat ji her hebûneke leşkerî ya biyanî vala dibe û serweriya xwe ya tam a xakê vedigerîne.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bang li tevahiya aliyan kiribû ku hemû şiyanên xwe ji bo avakirin, geşepêdan û xistina çekan di bin kontrola dewletê de terxan bikin, û destnîşan kiribû ku peywendiyên paşerojê yên navbera Bexda û Washingtonê dê li ser bingeha hevpariya aborî, geşepêdana giştî û rêzgirtina dualî dewam bikin.

Back to top button