Barzanî beşdarî civîna guhertinên Rojhilata Navîn kir
Roja în 24.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos û li roja dawî ya beşdarbûna li Korbenda Aboriya Cîhanî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek serkirde û berpirsên bilindên cîhanî da beşdarî li dû kombûnên girtî kir.
Li yekem runiştinê de ku Serok Barzanî û Berpirsê Beşa Peywendiyên Derve û Asayîş ya li Yekîtiya Ewrupa xanim Catherine Ashton û Wezîrê Derveyê Îtalya Emma Bonino û yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Baroness Amos û Sekreterê Giştî yê berê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan û Wezîrê Derveyê Îranê Cewad Zerîf û hejmarekî dinê berpirsên welatan amadebûn, guftûgoyekî girtî di derbarê guhertinên vê dawiyê ya Rojhilata Navîn û Bakûrî Afrîqa hate encamdan.
Li duyem runiştinê de ku bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrên Derveyê Misir, Tirkiye, Îran, Urdin, Îtalya û Swêd û hejmareke dinê ji berpirsên Neteweyên Yekgirtî û Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî birêveçû, axaftin û danustandina bîr û ramanan taybet bûn bi pêvajoya siyasî û mirovî li Suriye û her wiha ew hewlên ku ji bo gihîştina bi çareseriyekî siyasî qeyrana Sûriye ku li holê daye.
Hêjayî gotinêye her heman roj birêz Mesûd Barzanî beşdarî panelekî siyasî ya taybet bû li Korbenda Aboriya Cîhanî di derbarê pêvajoya Sûriye û rêkeftina destpêkiya di navbera Îran û welatên 5 ku yek li ser dosyeya atomî ya Îranê bû.