CivakFlaş

Ne hedê kesekiyê tabelayîn Kurdî rakin..!

Parlamenterê AK Partiyê yê Dîyarbekirê Galip Ensarioğlu bertek nîşanî rexneyên derbarê tabelayên Tirkî-Kurdî li Dîyarbekirê da û diyar kir ku, ew destûrê nadin rakirina tabelayên Kurdî.

Ensarioglu derbarê nîqaşa berdewam a li ser tabelayên Kurdî li Dîyarbekirê de daxuyanî da.

Ensarioglu ji K24 re axivî û diyar kir ku anîna mijara tabelayên Kurdî bi motîvasyoneke siyasî ye. Wî diyar kir ku kesên ku nîqaşê dest pê kirine hewl didin peyamekê bidin dengdêrên neteweperest û dengan kom bikin.

Ensarioglu îdia kir ku hin derdor bi ragihandina tabelayên Kurdî li Dîyarbekirê peyamekê didin “nijadperestan” û dibêjin, “Ew dixwazin dengên wan bistînin.”

Ensarioglu di bersiva bangên ji bo rakirina tabelayên Kurdî de got, “Ne di destê wan de ye ku tabelayên Kurdî li Dîyarbekirê rakin. Ew nikarin tiştekî wisa bikin.”

Daxuyaniya Ensarioğlu piştî şîroveyên Parlamentera İYİ Partiyê ya Edeneyê Ayyüce Türkeş Taş derbarê tabelayên Tirkî-Kurdî li Dîyarbekirê de hat.

Türkeş Taş îdia kiribû ku bikaranîna zimanekî ji bilî Tirkî li ser tabelayan ne li gorî destûrê ye û ji Walîtiya Dîyarbekirê xwestibû ku mudaxele bike.

Back to top button