
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir; di wê civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û deverê hate nîqaşkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê, 7ê Îlona 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir.
Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê li hev hatin guhertin.
Her wiha her du aliyan ronahî berda ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî de û pêşxistina proseya siyasî ya Îraqê.


