FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm li Hewlêrê civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Nîştimanî ya Hikmeyê Emar Hekîm kir; di wê civînê de tekez li ser çareserkirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê destûrê hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 7ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Serokê Tevgera Nîştimanî ya Hikmeyê Emar Hekîm kir.

Di wê civînê de, dîtin û nerîn li ser rewşa giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û guhartinên dawiyê yên deverê hatin li hev hatin guhertin, û herwesa tekez li ser giringiya çareserkirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingehê destûrê hat kirin.

Back to top button