
Cêgirê Serok, Serokwezîr û Hikûmdarê Dubayê Şêx Mihemed bin Reşîd El Mektûm , û Cîgirê Serok, Serokwezîrê Wekalet û Serokê Ofîsa Serokkomar Şêx Mensûr bin Zeyed El Nehyan telegrafên sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzaniyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê re şandin û sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya birayê wî yê mezin, Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzaniyê anîn ziman.
Cêgirê Serok Şêx Mihemed bin Zeyed El Nehyan, Cêgirê Serok Şêx Mihemed bin Reşîd El Mektûm û Cêgirê Serok Şêx Mensûr bin Zeyed El Nehyan jî peyamên sersaxiyê yên wekhev ji Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê re şandin.
Cêgirê Serok Şêx Mihemed bin Reşîd El Mektûm û Cêgirê Serok Şêx Mensûr bin Zeyed El Nehyan peyamên sersaxiyê yên wekhev ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyê re şandin.


