
Emmar Hekîm ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, sersaxî li Serok Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir û hevxemiya xwe ji bo malbata wan anî ziman.
Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm îro 5ê Îlona 2026an di peyamekê de, ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand: “Ez beşdarî xem û şîna malbata birêz a Barzanî dikim, bi taybetî birayê min ê birêz Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbatê, xwedêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî.”
Emmar Hekîm herwiha got: “Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û wî bi bihuşta xwe ya bilind şad bike. Hêvîdar im Xwedayê mezin sebir û aramiyê bide malbat, xizm û gelê xweşdivî yê Kurdistanê.”
Serok Barzanî duh 4ê Îlonê di peyamekê de, koça dawî ya birayê mezin ê malbata wan, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand û destnîşan kir ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û nimûneya olperwerî, xudaheyranî, xêrxwazî û kesayetiyekî diyar û mezin ê nav malbata wan bû.
Bargeha Barzanî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku sibe Yekşemê, 6ê Îlonê, şîn û bixakspardina axê ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî dê li Barzanê birêve biçe.


