FlaşPolîtîk

Îran operasyonekê radigihînin û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê wê red dikin

Roja Înê, Sipaha Pasdaran a Îranê li Îlamê xeber da û got ku wan 7 kes girtine. Li gorî gotina wan, ev kes ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Ew dibêjin, qey ev her heft kes bi derve re têkildar in û pere girtine da ku li bajarên Rojhilat tevlîheviyê çêbikin. Sipaha Pasdaran îdia dike ku gava bi vê yekê hesiyane, bi operasyonekê ev kes girtine û dest danîne ser hin çek û cebilxaneyên wan.

Lê berpirsên kurd vê yekê qebûl nakin. Amanc Zêbayî, berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Hewlêrê, ji Rûdawê re got ku ev tiştên Sipah dibêje tev derew û bê bingeh in.

Di heman demê de, Emced Huseyînpenahî jî li Hewlêrê diyar kir ku qet endamekî wan li Rojhilat nehatiye girtin. Huseyînpenahî got: “Ev daxuyaniya Sipaha Pasdaran tenê îdiayeke vala ye. Îranê heta niha bi sedan kes bi van hincetên pûç îdam kirine, ku paşê derketiye ev mirov bêguneh bûn.”

Weke tê zanîn, Îran her tim partiyên kurdî yên Rojhilat tawanbar dike û dibêje ew dixwazin derbasî nav welêt bibin da ku aramiyê xera bikin. Lê partiyên kurdî yên di nava Hevpeymaniyê de, her carê van gotinan red dikin û dibêjin tiştekî wiha nîne.

Back to top button