FlaşPolîtîk

Bi hezaran çekdarên tevlî artêşa Iraqê dibin

Rojnameya “Hürriyet” Tirkiyeyê, hûrguliyên nû derbarê pêvajoyeke çekdanîna PKKê de belav kirin. Li gorî nûçeyê, di bin çavdêriya MITê û bi hevahengiya Hewlêr û Bexdayê, dê bi hezaran çekdar çekên xwe danîne.

Li gorî nûçeyê, di navbera Enqere, Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê de mekanîzmayeke hevbeş hatiye avakirin, da ku dawî li hebûna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bê anîn. Tê gotin ku ev pêvajo bi serperştiya Teşkîlata Hawalgiriya Tirkiyeyê (MIT) tê birêvebirin.

Li gorî zanyariyên rojnameyê, tê payîn ku heta meha Mijdara bê, endamên PKKê çekên xwe deynin û vegerin Tirkiyeyê. Pêvajoya radestkirina çekan dê li Hewlêr û Silêmaniyê li gorî nexşerêyeke diyarkirî pêk bê û hemû çekên radestkirî dê bên tomarkirin.

Hate ragihandin ku MITê erkê çavdêriya meydanî girtiye ser xwe, da ku piştrast bibe ku şikeft û kampên li Herêma Kurdistanê hatine valakirin. Piştî berhevkirina zanyariyan, MIT dê raporên xwe pêşkêşî Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bike.

Di nûçeyê de hin amar hatine dayîn:

– Tê payîn ku di navbera 7 û 8 hezar çekdarên PKKê ji Iraq û Sûriyeyê vegerin Tirkiyeyê.

– 8 hezar sivîlên li Kampa Mexmûrê dê vegerin Bakurê Kurdistanê.

– Li herêma Şingalê, 2 hezar û 200 çekdarên ser bi PKKê ve dê tevlî nav refên Artêşa Iraqê bibin.

– Li Ewropayê jî nêzîkî 70 – 80 hezar alîgirên rêxistinê hene ku tê payîn beşek ji wan vegerin Tirkiyeyê.

Hürriyetê bal kişand ser aliyê hiqûqî yê vê pêvajoyê û destnîşan kir, qanûna nû ya Tirkiyeyê tenê endamên “asayî” li xwe digire. 230 serkirdeyên payebilind û kesên ku destê wan di kuştinên rasterast de heye, dê ji vê qanûnê sûdê wernegirin. Herwiha dê dosyayên kesên niha di girtîgehan de ne jî, bên nirxandin.

Back to top button