FlaşPolîtîk

Perwedeya zimanê Kurdî li rojavayê Kurdistanê..!


Li gorî rojnamevan Işin Elîçin, hûrgiliyên rêziknameya derbarê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Sûriyeyê ji hêla

Ajansa Nûçeyan a fermî ya hukumeta Sûriye SANA, di derbarê perwerdeya zimanê Kurdî de nûçeyek ragihand.Di nûçeyê de behsa hûrgiliyên perwerdeya zimanê Kurdî dike.

Ji sala xwendinê ya 2026-2027an pê ve, Kurdî dê wekî dersek bijarte û notkirî heftê du saetan li herêmên ku nifûsa kurdan zêde ye were hînkirin. Nota dersê dê bandorê li notên derbasbûna xwendekaran neke.

Her çend fermana serokatiyê Kurdî wekî “zimanek neteweyî” nas dike jî, ew statûya zimanê fermî nade wê. Dibistanên ku dersên zimanê Kurdî dê lê werin dayîn dê ji hêla rêveberiyên perwerdehiyê yên parêzgehê ve bi hevrêziya parêzgariyan werin pêşniyar kirin; biryara dawî dê ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ve were dayîn.

Back to top button