
Di ser rûdanên Otela Lalezarê ya Silêmaniyê re 22yê mehê 2 sal derbas dibin.
Heta îro Lahûr Şêx Cengî, birayekî wî û çend kesên nêzîkî wî girtî ne.
Parêzerekî dosyeyê dibêje, “Xebatên li ser dosyeya Kak Lahûr hatine rawestandin û em li dijî Dadgeha Silêmaniyê giliyê tomar dikin.”
Lahûr Şêx Cengî heta niha çend caran birine beramberî dadger.
Cara yekem 12ê Kanûna Paşîn û cara dawî jî 14ê Gulanê rûniştin çêbûbûn lê piştî wê dîrokê ti rûniştinên dadgehê nehatine kirin.
Yek ji parêzerên girtiyên Lalezarê Qadir Axa Mentik ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Xebatên li ser dosyeya Kak Lahûr li Dadgeha Silêmaniyê hatine rawestandin û kar li ser nayê kir.
Me jî dosye bir Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê.”
Dorpêça Otela Lalezarê
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê şeva 22yê Tebaxa 2025an ku ji hêzên Dijîteror, Asayîş û Komando pêk dihatin, Otela Lalezarê ya Silêmaniyê dorpêç kiribû.
Otel cihê mayîna Lahûr Şêx Cengî, hinek berpirsên partiya wî û parêzvanên wî bû.
Di encamê de Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û parêzvanên wî hatibûn girtin lê piraniya parêzvanan di demên cuda de hatin berdan.
Qadir Axa Mentik da zanîn:
“Piştî ku Dadgeha Silêmaniyê xebatên li ser dosyeyê rawestandin, me li dijî dadgeran gilî tomar kir.
Dadgeha Silêmaniyê li hemberî dadgeran ti rêkar neda ber xwe, loma em niha li dijî Dadgeha Silêmaniyê gilî tomar dikin.”
Darizandina Lahûr Şêx Cengî û girtiyên din li Dadgeha Tawanan a 2yan a Silêmaniyê bi rê ve diçe.
Destpêka Hezîranê parêzeran bi hinceta ku xebat li ser dosyeyê nayên kirin, li Dadgeha Silêmaniyê li dijî dadgerên dosyeyê gilî tomar kiribû.
Parêzerê dosyeyê li ser giliyê nû got:
“Van rojan me serdana Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê kir.
Me ragihand ku vê carê giliyê me li dijî Dadgeha Silêmaniyê heye û wan jî biryar da ku giliyê me wergirin.”
Hinceta parêzeran a li dijî Dadgeha Silêmaniyê ew e ku dadgeh û dadgeran nexwestiye pelên lêkolînê wekî xwe bişînin Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê.
Di pevçûnên 22yê Tebaxa 2025an de, li gorî agahiyên fermî 5 kes mirin û zêdetirî 20 kesî jî birîndar bûn. (Rûdaw)


