FlaşNivîsar

Çima Öcalan dan me?

Nivîskara T24ê Mine Sogut di derbarê pêvayoya ku tê rêvebirin û qanûna çerçewê ya ku di parlementoyê de hati erêkirin nivîsek nivîsan. Nivîs balkêşe.

Nivîskar Dibêje:

Çima tam Öcalan dan me?

Girtina Öcalan, radestkirina wî bo Tirkiyeyê, girtina wî li Îmraliyê û darizandina wî ya piştre bûyerên siyasî yên girîng ên dawî yên sedsala 20an bûn. Dema ku ew radestî Tirkiyeyê hat kirin, Serokwezîrê wê demê Ecevit got, “Min fêm nekir çima ew dan me.” Werin em hemû dîsa li ser vê yekê bifikirin: Çima Öcalan dan me, û em niha tam çi didin kê?

Mine Söğüt

Gava ku Ocalan ji Sûriyeyê derbasî Yewnanistanê, ji wir jî derbasî Kenyayê bû û hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, serokwezîrê wê demê Ecevit ê ku gotibû “Min fêm nekir çima ew dan me”, wê demê 74 salî bû.

Têgihiştina tiştê ku “Ecevîtê Gelparêz” ê demên berê fêm nekiribû, îro bûye nesîbê Serokkomarê 72 salî.

Di mijarên wiha de, tu carî bi tevahî fêmnenekirin û watedarnekirina tiştên diqewimin, dixweyê qedera reş a vî gelî ye.

Girtin û anîna Ocalan a nav welêt û zindankirin û darizandina wî li Îmraliyê, tevgera siyasî ya herî mezin a dawiya sedsala borî bû.

Werin em bînin bîra xwe; Ocalan di sala 1999’an de hat girtin, hat darizandin û wekî mehkûmekî îdamê xistin tecrîtê. Di sala 2002’yan de bi rakirina îdamê re, cezayê wî veguherî heta hetayê ya girankirî û di nav çaryek sedsala ku ji wê rojê heta îro derbas bûye de, nasnameya wî ya serokê rêxistina terorê di dawiyê de ji bo dewletê jî veguherî nasnameya serokê damezrêner.

Ew îro yek ji fîgurên siyasî yên bibandor û bihêz ê welatekî ye ku polîtîkayeke bi referansên îslamî hatiye ser desthilatdariyê, bi neteweperestan (ulkucuyan) re bûye yek û li ser navê dewletê li ser maseyê rûniştiye, bi hev re qanûnan çêdikin û pêşerojê plan dikin…

Ew bi hev re qanûneke çarçoveyî ya nîqaşbûyî ya li ser terorê amade dikin û ew qanûn bi erêkirina Özgür Özel jî ji meclîsê derbas dibe.

Û em jî, tam wekî Ecevit, fêm nakin…

Desthilatdarî ya ku destûra bingehîn a heyî nas nake, hemû mafên qanûnî dipelçiqîne û mixalifên xwe davêje hundir, bi rêya hiqûqê ji bo kontrolkirina şêwazên jiyanê yên cuda yên gel, bi armanca çavtirsandinê bi girtinên komî hemleyên curbecur ên dijberî, şoreşêkî dike; gelo îhtîmala ku ev desthilatdarî di vê tevliheviyê de tiştekî “baş” jî bike qet tune ye? kêm e, eger hebe heye, yan jî hebe jî gelo di eslê xwe de tune ye… em ji tiştekî fêm nakin.

Û em matmayî dimînin.

Gelo em ê bi hêrs û bêhêvîtî û hêstirên çavan bi ser Özgür Özel ê ku ji qanûna çarçoveyî re gotiye “erê” de biçin, an em ê bibêjin “Tiştekî ku ew dizane heye” û dîsa wî li ser milên xwe hilgirin?

Gelo em ê li ser navê gelê Kurd ê ku bi salan e bi şerekî mezin ê hebûnê re windahiyên giran daye û êş kişandiye, şa bibin ku di dawiyê de li hemberî xwe muxatabekî fermî dîtiye, yan em ê bibêjin “kî dizane ev desthilatdarî dîsa çi dolaban digerîne” û bi temamî pişta xwe bidin hêviya aştiyê?

Her ku em Ocalanê ku êdî li pêş çavê dewletê bi wesfên rêzdar tê binavkirin, û Demirtaş ê ku demeke dirêj e bi tawana propagandaya rêxistina terorê li girtîgehê dîl tê girtin, dixin nav kefeyên mêzînê yên hemberî hev, em ê çawa hişê xwe yê tevlihevkirî bînin serê xwe?

Aştî, peyveke bi wateyeke muhteşem e. Û wekî hemû peyvên bi wateyên muhteşem, hebûna wateya wê ji navikê ve bi peyveke din a ku wateya wê tirsonek e ve girêdayî ye. Têgehek e ku bi dijberê xwe ve heye. Ji bo ku mirov aştiyê bixwaze, divê pêşî şer derxe. Ji bo bidawîkirina şer, divê aştî were îmzekirin. Di kêliya ku zirar gihîşt aştiyê de, mirov ewqas hişyar be ku bikaribe şer derxe. Û ji nû ve aştiyê bixwaze û ji nişka ve poşman bibe û bikeve şer. Yanî pêvajoya ku jê re dibêjin aştî, navbera du şeran e, tiştê ku jê re dibêjin şer jî navbera du aştiyan e; yêk reş, yêk spî, navberek kurt a nefesê ye.

Sedemên derketina şeran û çawaniya bidawîbûna wan, tu carî bi hemû rastiya xwe ve di dîrokê de nayên tomarkirin. Nemaze çawaniya meşandina pêvajoyên şer, kî piştgiriya çi dike, alî ji bo serdestiyê çi fersendan dinirxînin û çi tawîzan didin, bi nêzîkatiyeke rasyonel nayê analîzkirin.

Ji bo ku gel bi aştiyê kelecanî bibin yan jî bi şer bêzar bibin, bêhêvîtiya mutleq, xeyal û têkçûna xeyalan têrê dike. Ev rewşa têrbûnê jî dewlemendên şer xwedî dike.

De ka em niha careke din hemû bi hev re bifikirin:

Bi rastî çima Ocalan dabûn me û bi rastî niha em çi didin kê?

Pirsa herî dijwar jî ev e… em di eslê xwe de kî ne?

Back to top button