FlaşPolîtîk

Qanûn ji bo berpirs û kadroyên PKKê yên ji berî sala 2005ê derbas nabe..

Qanûna ku, wek “Qanûna Çerçoveyê” bi awayek din Qanûna “projeya “Tirkiyeya bê teror”hatî amadekirin , û pêşkêşî parlementoyê hatî kirin ji bo kesên ji PKKê veqetayîn derbas nabe. Vekirî dibêje ji bo kiryarên ji berî sala 2005ê derbasnabe.

Wek tê zanîn sala 2004ê di kongreyê PKKê de nakokiyek rû da û gelek kes ji PKKê veqetiyan, herweha 15-20 kadroyên PKKê yên endamên reveberiya PKKê jî veqetiyan.

Kesayetên Sereke yên Ku Ji Rêxistinê Derketin:Nizamettin Taş (Botan): Serokê berê yê baskê leşkerî yê rêxistinê û endamê konseya serokatiyê, Osman Öcalan: Birayê Abdullah Öcalan û endamê konseya serokatiyê, Kani Yılmaz: endamê Konseyê, Halil Atac: Endamê komiteya nawendî, Hıdır Yalçın: Kadroyekî nawendî û Hikmet Fidan: Kesayetiyekî ku di muxalefeta navxweyî ya rêxistinê de cih digirt.

Bi sedan çekdar û kadroyên payê bilind ên PKKê veqetiyan. Lê gelek bi zanebûn taybetî bi daxwaziya Ocalan ev beşên berê di nava PKKê de cih girtîn feydeyê ji vê Qnûnê nabînin.

Ev yek jî dide xûyakirin Qanûn tenê ji bo Ocalan û çekdarên PKKê û serokatiya niha ya PKKê ye.

Back to top button