Li Hewlêr sê mehên pêş de 18 festîval têne encamdan
Li Parêzgeha Hewlêrê bi mebesta nasandina Hewlêrê bi cîhanê, bi awayeke fermî malpereke taybet bi geştuguzariyê(Turizm) li Hewlêrê hate vekirin û li vê demsala yekema çalakiyên parêzgeha Hewlêrê jî ku hilgirê nasnavê paytexta geştiyariya welatên Erebiye, 18 çalakî û festîvalan encam didin.
Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêr tekez kir ku li gel destpêka îsal û hebûna Hewlêr bi paytexta geştiyariya welatên Erebî ya 2014 bo wan baş bûye ku malpereke taybet bi nasandina Hewlêr û rênimayîkirina geştiyaran bikin.
Çalakiyên îsal ya Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji çar demsalan pêkhatiye û bernameyên çalakiyên Hewlêr ya demsala yekem wekî paytexta geştiyarî ji van bernameyan pêkhatiye
1- Şeva 31/12/2013 ahenga serê salê li parka Şaneder.
2- 07/01/2014 vekirina malpera (Hewlêr paytexta geştiyarî) bi awayeke fermî li nivîsîngeha desteya serpereştiyariya li parêzgeha Hewlêrê.
3- 12-18/1/2014 festîvala mewlûda pêxember Mihemed (SXL) li mizgefta Celîl Xeyat.
4- 15-16/2/2014 nişandana Orkestraya Kurdistan, Iraq û Opera her wiha qelxana paytexta geştiyarî tê pêşkêş kirin li birêveberiya giştî ya geştuguzarî.
5- 16-19/1/2014 festîvala zarokan.
6- 31/1-1/2/2014 festîvala Xilîskên ser befir.
7- 19-21/2/2014 Workshopa medya geştiyarî.
8- 2-4/2/2014 plana stratejî.
9- 21-22/2/2014 Hevdîtina Kurdî-Erebî ya kompanyayên geştuguzar û otel û xwaringehan.
10- 22-23/2/2014 Nîşandana Orkestra û Bale.
11- 26/2-1/3/2014 Nîşandana Navdewletî ya Gul û amêrên sarkirin û germkirinê.
12- 5-26/2/2014 Hevdîtina Kurdî –Erebî ya rojnamevanî û ragihandinê.
13- 3-5/3/2014 Workshopa geştiyarî elektronî.
14- 5-6/3/2014 Şampiyonaya Navdewletiya bilindkirina giraniyê.
15- 6-9/3/2014 Pêşangeha Navdewletiya otombêl (oto show).
16- 11-20/3/ 2014 festîvala Adar û newroz û xwehildana bi pereşût.
17- 13-16/3/2014 pêşangeha navdewletiya şûşewat.
18- 23/3/2014 festîvala huner û kultûrî ya neteweyî ya Kurdistanî.