
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li cenabê Mar Pawlosê Sêyem Nona, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya pêkhatan û mesîhiyan bi taybetî, girîngiya parastina çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêborîna di navbera pêkhatên cuda de li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin.
Di vê derbarê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku mesîhî beşeke resen a pêkhatên gelê Kurdistanê ne û wek her tim dê parêzerê mafên wan be. Her wiha piştrast kir ku Kurdistan dê ji bo her dem, bê cudahî, wek landik û niştimanê hemû pêkhatan bimîne û parêzerê çanda pirrengiyê be.
Ji aliyê xwe ve, cenabê Patriyark pesnê rola dîrokî û berdewam a Herêma Kurdistanê da wek penageheke aram ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî. Her wiha spasî û rêzgirtina xwe ji bo rola û piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî di mafê pêkhatan de dûpat kir.


