CivakFlaş

Bircên Diyarbekir digrîn ..!

Hinek bûyer hene ku, dema behsê neyê kirin wek tiştek xwezaî têne dîtin. Partiya Devlet Bahçelî MHP bi minasebeta kongreya xwe ya parêzgeha Diyarbekirê weneyên Devlet Bahçelî û ala MHPê li Bircên Diyarbekirê daliqandin. Mixabin ne medya Kurdî û ne jî aliyên siyasî li ser vê yekê nesekinîn.

Gelo eger ji berî vê pêvajoya ”Tirkiyeya Bê Teror” ev weneyên MHPê bihatan daliqandin , dê helwesta DEMê çibûya? Rastî hêdî rexnekirina DEMê ne tiştek balkêşe. Ji ber ku DEM beşek ji hemû leyiztikên li ser Kurda tê kirine. Herweha DEM bûye desteya helandina kurda di nava civata Tirk û Tirkiye ye.

Lê ji bilî DEMê jî kesek deng dernexist. MHP partiyek nijastpereste. Baçelî tu cara ji nijadperestiya xwe gav şûnve neavêtiye. Bahçelî vekirî dide xûyakirin ku ew her tiştekî ji bo berjewendiya Tirkiye û neteweyê Tirk dike.

Berê xwe bidin Bircên Diyarbekir, gelo dilê kurdên niştimanperwer çikas dikermice..

Back to top button