FlaşNivîsar

Akademîsyen û lêkolînerên sereke çawa li pirsa Kurd û Kurdistanê dinêrin?

1. Referansên Zanîngehan li ser kurdan û postkolonîyalîzm

Ji mafên navneteweyî yên ku kurd bibin xwedî dewleteka serbixwe û naskirinê (Loqman, R., 2022/2023; Gunter. M., 2015; Panini, K.; 2021/2024; Bakker, E. 2019) heye. Bêdewletbûna kurdan ne “xwezayî” ye, lê ji ber biryarên hêzên mezin ên kolonyalîst çêbûye. Xalên sereke Sykes-Picot (1916) û Lozan (1923) deverên kurdan di navbera çar dewletan de perçe kirin. Kurd bûn neteweyekî bêdewlet tevî ku pîvanên bingehîn ên netewebûnê bicîh anîn. Hêzên mezin ên kolonyalîst li ser xwerêvebiriya gelê kevnar (gelê kurd) îstîqrar û hevpeymanan danîn pêşîya kurdan. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye herêmên kurdan wekî parêzgehên kolonyal bi nav kirine. Mînak: qedexeyên ziman, asîmîsyona bi zorê, kontrola leşkerî, îstîsmara aborî. înkarkirina nasnameya kurdî  (Nicole Watts, 2025; Joost Jongerden, 2025 ).

Hin çavkanî û referansên akademîk ên li ser kurd û Kurdistanê hatin analîzekirin. Hin ji wan ev in, binêre:  Gursen, M., 2018; Gurses, M.  & Romano, D., 2020; Saeed, Y., 2021; Bilic, M,, 2017;  Al- Ali, N. & Tas, L., 2012; Romano, D. 2006; Loqman Radpey, 2022, 2023) ne di qanûna navneteweyî de li ser xwerêvebirina Kurdistanê dinivîse û li gorî wî kurd ber bi Kurdistaneka serbixwe ve diçin, di qata navneteweyî de. Li gorî Voller, Yaniv (2014) jî gelê kurd ji serhildanê ber bi dewletbûnê ve dikerike. Hêza Pêşmerge yek ji hêzên leşkerî yên herî bibandor ê herêmê ye. Voller, Y. (2014) û Palani, K. (2022) vê yekê wekî binesaziya tevahî ya dewleta Kurdî bi nav dikin. Di dema şerê li dijî DAÎŞê de hevkarê navneteweyî yê DYA û hêza aramiya koalîsyonê bû û wekî dewletekê xizmet kir.  Ev yek ji fonksiyonên dewletê yên herî bihêz ên Herêma Kurdistanê ne. Li Amerîkayê gelekî xebatên akademîk pêk tên, sê ji wan

 akademîsyen û lêkolînêrên sereke yên ku li ser kurd û Kurdistanê dixebitin, ev in:

  • Mehmet Gurses, Zanîngeha Florîdaya Navendî (University of Central).  Siyaseta YNK birêve dibe û dîrektor e.
  • Jerevan Saeed, Zanîngeha Amerîkî ya Washington DC. Barzanî m zanyarê lêkolînan…
  • Mucahit Bîlic sosyolog, Kuleja John Jay. Bi taybetî li ser nasnameya kurdî û îslamîzma tirk lêkolûnê dike.

Lêkolîner û akademisyen li ser rewşa kurd û Kurdistanê dinivîsînin û dixwazin dewleteka Kurdî (Palani, Kamaran. Khidir, J., Dechesne, M.Bakker, E., 2019/2021; Palani, Kamaran, 2022; Saeed, Yerevan, 2021; Romano, David, 2020; Al-Ali, Nadje, 2021; Mcdowall, David, 2001) ava bibe û bêdewletûna kurdan berhema biryarên kolonyalîst ên Ewropî ye. Xalên herî girîng ên Sykes-Picot (1916) û Peymana Lozanê (1923) Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de parve kirin. Kurdan pîvanên netewebûnê bicîh anîn, lê serwerî ji wan re nehat dayîn. Ev lêkolîna Zanîngeha Oxfordê ye. Serxwebûna Kurdistanê (Mishra, P. 2024; Gunter, M., 2015; Palani K., 2019) mafê kurdan e. Lêkolînerên sereke doza kurd diparêzin û piştgirî didin jibo Kurdistaneka azad (Voller, Yaniv, 2o14; Radpey Loqman, 2022/2023; Romamano, David, 2006). Ev girîntirîn çavkanîyên zanistî yên derbarê kurdan de ne.  Ev çavkaniyên jorîn lêkolînên akademîk in. Akademîsyen û zanayên navendî teoriyên xwe bi awayên erênî jibo pirsgirêka kurd û Kurdistanê bikar tînin da ku piştgirî bidin kurdan. Xwerêvebirin qanûna navneteweyî ye û mafê gelê kurd e. Li gorî vê qanûnê, kurd di dewleteka Kurdî de xwediyê mafên çarenûsî ne. Heke ez bi çavekî rexnegirî li vê mijarê binêrim, mînak, lêkolînên akademîk ji zanîngehên cûrbecûr ve nîşan didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sê mijarên dubarekirî ve tê xuyankirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û avahiyên wê ji hêla partiyên siyasî, PDK/YNK ve têne serdestkirin. Jeopolîtîk ji faktorên navxweyî bêhtir derfetên herêmê (Allospp, H., 2014; Baser, B., 2025; Bengio, O., 2012; Gunter, M., 2016; Ghareeb, E., 2011; Hama, H., 2021; Kocher, K., 2023; Romano, D., 2014; Tejel, J.,2019) şekil dide .

Kurd yek ji mezintirîn neteweyên cîhanê ye, ku wekî neteweyek bê dewlet (Beşikçi, I. 2004; Bruninssen, M., 1994; Gunten, M., 2007, 2007; Mcdowall, 2003; Yilmaz, 2025) tê pênaskirin.  Çima kurd bê welat in? Dabeşkirina dîrokî ya Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê yekem, Peymana Sevrê (1920) soz da kurdan ku xwe bi xwe birêve bibin. Sê sal şûnda, Peymana Lozanê (1923) ev soz ji holê rakir û Kurdistan di navbera Turkiet, Îran, Iraq û Sûriyê de hat parve kirin. Ev her çar dewlet li dijî dewleteka Kurdî ne, lewre kurd bûn neteweyeka bê dewlet. Kurd di stratejiyên din de dibin objekt. jibo Erisen, H. T. (1996), neteweperweriya jibo gelên bindest an xwecihî yên ku dewleta wan tune ye, heman wateya mafê hemû neteweyan ê serxwebûn an xwerêveberiyê heye. Li gorî wî, îro civateka  kevneşopî û civateka nûjen heye, herdu civak jî bi heman rengî girîng in ji ber yek ji wan dê bi tevahî ji dîrokê  wenda nebe. Li gorî Gaunt, David (2011),dewleta Osmanî wekî hêza kujerê ya li pişt Xiristîyan sala 2015ê nîşan dide ku tundûtûjî bi xwe “etnîkî” nebûye, lê ji alîyê dewleta Osmanî ve hatiye organîzekirin û pêkanîn. Gaunt nîşan dide kurd di sala 1915ê de bi hev re tevnegeriyane, hin eşîrên kurd beşdarî tundûtûjîya li dijî Xiristîyanan bûne û serokên din ên gelê kurd ermenî û asurî/suryanî parastine. Hizrên bingehîn ên Gaunt derbarê kurdan de ew bûn ku yekitiya neteweyî ya kurdan tune bû û  di nav xwe de jî parçe parçe bûn. Hin ji kurdan bi Osmanîyan re Ermenî û Asûrî/suryanî (Xirîstîyan) dikûştin û hin kurdan jî alîkarîya wan (Xirîstîyanan) dikirin. Kurd perçe perçe bûn û nakokiyên navxweyî hebûn. Van ramanan ji aliê zanyar Palanî, K. (2021) ve têne bikar anîn da ku dabeşbûnên navxweyî yên îroyîn ên di navbera YNK û PDK de rave bike.

1.1. Akademîsyen û lêkolînerên sereke

Prof. Garreth Stansfield li Zanîngeha Exeterê li navenda kurdî li ser mijara avakirina dewletê, demokrasî û saziyên siyasî lêkolîn kirîye. Ew yek ji zanyarên herî bibandor ên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û analîza wî ya Referandûma 2017ê, ji Natalî û Gunter bêhtir wekî jeopolîtîk, dîrokî, teorîk a dewletbûn û dengdanê wekî gaveka mentiqî di avakirina dewleta Herêma Kurdistanê ya demdirêj de dibîne, lê bal dikişîne ser dabeşbûnên navxweyî û balansa hêzên herêmî. Stansfield referandûma 2017ê wekî gaveka mentiqî di avakirina dewleta Hikêmeta Herêma Kurdistanê ya demdirêj de dibîne. Ew Hikumeta Herêma Kurdistanê wekî yek ji dewletên de facto yên pêşketî yên cîhanê bi nav dike ku kurd xwedî saziyên herêmî, kapasîteya leşkerî ya  pêşmergeyan, siyaseta derve ya xwe û têkiliyên aborî bi Tirkiyeyê re heye. Stansfield bawer dike  ku di salên 2014 – 2017an de Hikumeta Herê Kurdistan gihîştiye “lûtkeya dewletbûna xwe ya “de facto”. Li gorî wî Referandûm ne xeyal bû, ew encama 25 salên avakirina dewletbûnê bû. Stansfield Hikumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveyeka sêgoşeyî de datîne û divê ev hersê lihev bikin:

  •  Dewletbûna “de facto”
  • Dualîzma navxweyî (YNK û PDK)
  • Hevsengiya hêzê ya herêmî (balansa hêzê ya herêmî)

Referandûma 2017ê  jibo Stansfield xala ku ev hersê hêzên bingehîn ku hemû alî li hev bikin, ne li dijî hev bin. Milîsên ku ji alîyê  Îranê ve dihatin piştgirikirin xwedî avantajeka stratejîk bûn; komên YNK´ê  bi Bexdayê re peymanên cuda çêkiribûn û DYAyê hilbijart ku destwerdanê neke. Gunter, M. (2018) alîyê sembolîk ve girîng bû lê di wextê xwe de nebaş (dem jibo referandûmê ne baş bû). Yekîtiya Kurdan wekî dewletekê ye. Fîlozof Michiel Leezenberg lêkolîna xwe li Zanîngeha Amsterdamê li ser çanda siyasî neteweperwerî, rêvebiriya piştî sala 2003ê li Herêma Kurdistanê kirîye.

Heke mirov bi çavekî rexnegir li mijarê binêre. Dr. Denise Natali (2017), li Zanîngeha Parastiya Neteweyî (National Defens University) lêkolînerek e ku nêrîna wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girê nade. Li gorî Natalî, siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji alîyê jeopolîtîkê ve tê rêvebirin, ne ji alîyê neteweperweriyê (nationalîzm) ve û mebesta wê têkilîyên PDK´ê bi Tirkiyeyê re stratejîk e. Ew bawer dike ku serokatiya Hikûmeta herêma Kurdistanê bi realpolîtîka pragmatïk ve tevdigere, ne bi neteweperweriya kurd a ji dil. Aktorên sereke DYA, YE Û NY li dijî referandûma 2017ê bûn û Tirkiye, Îran, Iraq û li dijî wê derketin. Natalî destnîşan dike ku bêyî piştgiriya navneteweyî, referandûm nikare dewletbûnê ava bike. Ew di lêkolîna de nîşan dide ku  Referandûmê kurd nekirin yek, lê reqabet di navbera PDK û YNK de zêdetir kir û bû sedema windakirina axê, bi taybetî Kerkukê…Park, B. (2018) nîşan dike ku referandûma 2017ê ji ber sê faktorên sereke têkçû û biserneket:

1. Nakokiyên navxweyî yên PDK û YNK, bi hevre  tevnegeriyan.

2. Nirxandina xelet a piştgiriya navneteweyî. Li gorî Park xapandineka stratejîk bû, ji bilî Îsraîl  hemû li dijî referandûmê bûn.

3.  Lawaziya sazûmanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû sedemê ne berxwedaana leşkerî li Kerkûkê.

Prof. Hoshang Hama li Zanîngeha Johns Hopkinsê (John Hopkins University) lêkolîna xwe li ser avakirina dewletê û nakokiyên axê kirîye. Ew Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî dewletekê dibîne. Prof. Michael Gunter, Zanîngeha Exterê (University of Exeter) lêkolîna xwe li ser pêywendiyên kurdan bi Bexdad û cîranên Kurdistanê re analîze dike. Yek ji Zanîngeha cîhanê ye ku herî zêde lêkolînên xwe li ser Kurd û Kurdistan kirîye û bûye navenda lêkolînan jibo Kurdan.  Nakokiya  navxweyî  ya PDK û YNK wek lawaziya herî mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lêkolînerên zanîngehê yên ku ez nas dikin Martin van Brunessen, Michael Gunter û hin akademisyenên din in. Li gorî Prof. Mantin van Brunessen Michael Gunter li ser mijara rojhilata Navîn û siyaseta Kurdî ya rojane dinivîse. Prof. David Romano li ser mijara ewlehî li Herêma Kurdistanê, DAİŞ û jeopolîtîk nivîsîye. Prof. Ofra Bengio, SOAS, Zanîngeha Londonê (SOAS (University of London), lêkolîna xwe li ser mijara Avakirina dewletê, Dîroka Siyasî ya kurd kirîye. Prof. Elî Ghareeb, Zanîngeha Torontoyê (University of Toronto) li ser mijara mediya, nasname û diaspora kirîye. Dr. Baher Baser, Zanîngeha Kopenhangê (University of Copenhagen) diaspora, siyaseta piştî neteweyê (transnationel) kirîye. Dr. Kerwan Kecher Zanîngeha Kurdistan Hewlêrê (University of Kurdistan Hewlêr), Rola akademiyê di avakirina dewletê de. Prof. David McDowall, Zanîngeha lêkolîna xwe li ser Dîroka Nûjen a kurdan e. Dr. Îsmail Beşikçi lêkolîna xwe li ser mijara ku kurdistan Kolonniya Navneteweyî ye. Dr. Kamaran Palani lêkoîna xwe li ser mijara Stejiyên bidestxistina naskirina navneteweyî jibo Referandûma serxwebûna Kurdistana Iraqê di îlona 2017ê de. Prof. David Romano (2014) lêkolîna xwe li ser mijara ewlehî, li Herêma Kurdistanê, DAİŞ û jeopolîtîk kirîye. Dr. Baher Baser ((2018). Zanîngeha Kopenhangê (University of Copenhagen) diaspora, siyaseta piştî neteweyê (transnationel) dinivîse û Medyaya kurd dikare jê sûd werbigire.

 Li referans û çavkaniyan binêre:

Park, B. (2018).

(Natalî, D. (2017).

Stansfield, G. (2017)

Gunter, M. (2018).

Bengio, O. (2014).

Romano, D. (2014).

2. Herêma Kurdistanê û kêmnetewe

Prof. Michael Gunter Zanîngeha Exterê (University of Exeter) lêkolîna xwe li ser kurd û Kurdistanê kirîye. Yek ji Zanîngeha cîhanê ye ku herî zêde lêkolînên xwe li ser kurd û Kurdistan kirîye û bûye navenda lêkolînan jibo kurdan. Lêkolînên wê zanîngehê li ser gelê kurd, kêmnetewe, desthilatdarî, dijberî (nakokiyên siyasî), mîraseta çandî, dewletbûn û guhartinên civakî ne. Lêkolînerên zanîngehê yên ku ez nas dikin Prof. Martin van Brunessen, Michael Gunter û hin akademisyenên din in.

Wezîrê prwerdehiya dibistanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmneteweyan fïnase dike, lê kêmneteweyên Tirkiye, Irak û Îranê ji hemû mafên xwe bêpar in. Mafê Asûrî/Sûryanî heye ku di dibistanên xwe de bi zimanê xwe dersan bidin, lê daxwaza min ev e ku mafên hemû kêmneteweyan hîn bêhtir be jî. Rewşa kêmneteweyên Herêma Kurdistanê bi mîlyonan caran ji Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyê çêtir e. Fîlozof Michiel Leezenberg lêkolîna xwe li Zanîngeha Amsterdamê li ser çanda siyasî, neteweperwerî û rêvebiriya piştî sala 2003ê dinivîse ûpêşveçûna Herêma Hikumeta Kurdistanê piştî 2003an analîze dike, nîşan dide ku li gorî Iraqê aramiya siyasî heye, lê serdestiya berdewam a avahiyên partîyên siyasî bi taybetî PDK û YNK li ser çanda rêxistinî ya kurdan bibandor in û di heman demê de her du partî astengiya demokratîkbûnê dikin. Sîstema Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya desthilatdariya partîyan e. Ji lewre bêyî reformên kûr ên sazûmanî û kêmkirina bandora siyasî ya partîyan Hikûmeya Herêma Kurdistan dê têk biçe. 

Heke ez bi çavekî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê asûrî/suryanî xwedî mafên fermî ne, xwedî dibistanên xwe, zimanê xwe, temsîyeta siyasî û azadiya olî ne. Ev maf carna ji alîyê serdestiya siyasî (PDK/YNK), rewşa ewlehiyê û kontrola li ser kêmneteweyan ve têne sînordarkirin.  Digel vê kêmasiyê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qanûnên xwe de mafên hemû kêmneteweyan nas dike: asurî/suryanî, tirkmen, Şebek, Ermenî, Ezîdî (olî) û xwedî mafên xwe ne.  Van koman ev maf hene. Mafê zimanê xwe, mafê dibistanên xwe, temsîliyeta siyasî, saziyên çendî û olî hene. Wezareya Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê dibistanên kêmneteweyan fînans dike, ku li Tirkiye, îran, Iraq û Sûriye jê bêpar in. Parastina zimanê kêmneteweyên Kurdistan pir girîng e. Bi taybetî divê zimanê asurî/suryanî bê parastin. Felsefeya ziman a Maruf Yikmaz (2015/2025) ew e ku ziman, raman û çalak bi xwe ve girêdayî ne, jibo xwe û di heman demê de tevahiya cîhanê li dora xwe têdigihîje. Ziman her tişt e, rehên neteweya xwe ye. Ziman dikare gelekî deriyên girtî vebike, Lê ziman dikare bibe kêrek ku ku dikare biêşîne an jî bibe sedema şer. Ziman di rêya ragihandinê (înteraksiyon) de zanîn û ramanê diafirîne. Ziman ne tenê pêwenga ragihandinê ye, ziman motora afirandina ramanan e û ne “neutral” e. Ziman nirxên neteweyï, mîrasa çandê, dïrok, kevneşopî û ramana gelê xwe hildigire û diparêze.

 Pêwîst e zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê yên din jî bibe fermî û statuyek ji kurdî re were dayîn, lê rewşa heyî rê li ber vê yekê digire. Divê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, bê pejirandin (qebûlkirin) ku zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê, zimanê dibistanê be. Kurdî li beşekî Kurdistanê jixwe zimanê dibistanê ye, lê ne li Bakur, Rojhilat û Rojava (Tirkiye, îran, Sûrîye). Hikûmeta Herêma Kurdistanê zimanê kurdî wekî zimanê dibistanê bikar tîne, di heman demê de Tirkiye, Sûriye û Îran perwerdehiya kurdî qedexe dikin an sînordar dikin. Mebesta min ew e ku zihniyeta tirk, faris û ereb wekî gel totalîter e û ew jibo mafên çandî û siyasî yên gelên din/ mirovên din tu hevxemiyê nîşan (empatî) nadin. Fîlozofên wan jî bêalî nînin. Biratîya gelan di praktîka tirk, Faris û Ereban de mirovahiyê diafirîne. Fîlozof Foucault nîşan dide  ku zanîn hêz e û fîlozof  bêalî nînin.

3. Referandûna 25ê îlona 2017Ê û reqabeta siyasî

Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê, Yekitîya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji alîyê leşkerî ve piştgirîyê didin kurdan, lê ne ji alîyê siyasî ve. Şerê DAIŞê meşrûiyeta zêdetir da kurdan, lê ne naskirina dewleteka Kurdî. Tirkiye, Îran, Irak û Sûriye li dijî dewletbûna Kurdan in. Têgihîstina sereke ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di praktîkê de wekî dewlet kar dike, lê ne di warê yasayî de.

Prof. David Romano (2014/2020) lêkolîna xwe li ser mijara ewlehî, li Herêma Kurdistanê, DAİŞ û jeopolîtîk kirîye. Ew li ser rola kurdan di şerê li dijî DAÎŞ (ISIS) radiweste û çima ev şer jibo tevahiya mirovahiyê li ser rûyê erdê girîng bûye. Kurd ne tenê li herêma xwe li Iraq û Sûriyeyê hêza leşkerî ya  herî bibandor li dijï DAIŞê bûn. Pêşmerge û şervanên kurd pêşveçûna DAIŞê rawestandin tam dema ku artêşa Iraqê di sala 2014ê de hilweşiya û YPG/YPJ li Sûriyeyê bû hevkarê girîng ê DYAyê di şerê li dijî DAÎŞê de. Prof. Romano kurdan yek ji aktorên herî girîng ku “li alîyê mirovahiyê rawestiyan” dema ku DAIŞê nirxên bingehîn ên şahristaniyê tehdît an tune dikir, bi nav dike. Ev helwesta kurdan jibo mirovahiyê pir girîng bû. DAÎŞê jenosîdên sîstematîk li kurdistanê pêk anîn. Kurdan nehişt ku DAIŞ xelîfeteka cîhanê ava bike. Lêkolîn destnîşan dike ku gelê kurd qet alî neguhertine, qet bi komên tundrew û terorîst re hevkariyê nekirine, ji gelek artêşên dewletên cîran çêtir qanûnên şer ên navneteweyî şopandin û bicih anîn. Referandûma 2017ê projeya dewletbûna kurdan (Palani, K. 2019) bû. Dema ku desthilatdariya navendî qels û hilweşe gelên bindest an gelê kurd şansê serxwebûnê bistîne û dikare bibe dewleteka kurdî.  Sê şans jibo serxwebûna Kurdistanê hebûn:

  • 1991: Herêma Kurdistanê bêfirîn (qedexekirina balefiran li Başûr)
  • 2003: Hilweşîna hikûmera Irakê.
  • 2014: DAIŞ – Krîz…

Gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî kapasîteya karkirina wekî dewletekê ye?

Herêma Kurdistanê kontrolên sînorên xwe, rêveberiya xwe û dezgehên xwe yên ewlehiyê kontrol dike. Yek ji sedemên têkçûna Kerkukê, PKK, YNK, Tevgera Goran, Partiya îslamê û komên din ên alîgirên Îranê bûn.  PKK projeya Tirkiyeyê ye. Ew nîşana neteweperestiya herî kûr  a tirk e; ne nirx û  bingehên demokratîk ên kurdî ye. PKK  dijberê kurdan e.  Partî û komên (grup) ku dijî referandûma sala 2017ê bûn, ev in:

1. Tevgera Gorran

2. Komala Îslamî ya Kurdistanê

3. Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê,

4. Asurî, tirkmen û  partîyên din ên kêmneteweyan. Bi taybetî Tevgera Gorran, PKK û hin beşên YNK (hin komên YNK) li dijî pêvajoya Referandûmê bûn, lê li pişt wan Îran û Tirkiye hebû

5. YNK – Yekîtiya Nişmanî ya Kurdistanê (hin komên wê li dijî referandûmê bûn).

Yek ji van a herî bihêz, Herêma kurdistanê xwedî kapasîteya dewletê (Palani, K. 2022) ye. Dabeşbûna siyasî ya navxweyî (YNK û PDK) bûye sedema sereke ya nenaskirina Herêma Kurdistanê wekî dewleteka kurdî. Dr. Kamaran Palani li ser mijara Stratejiyên bidestxistina naskirina navneteweyî jibo Referandüma serxwebûna Kurdistana Iraqê ya îlona 2017ê radiweste.

Prof. Ofra Bengio, SOAS, Zanîngeha Londonê (SOAS (University of London), lêkolîna xwe li ser mijara Avakirina dewletê û Dîroka Siyasî ya kurd diweste. Prof. Hoshang Hama li Zanîngeha Johns Hopkinsê (John Hopkins University) lêkolîna xwe li ser avakirina dewletê û nakokiyên axê kirîye. Kurd axa xwe diparêzin û dixwazin dewletekî avabikin. Postkolonyalîzm medela kûrtirîn a Kurdistanê ye. Kurdistan ne tenê herêmek e, ew encamek kolonyal e. Hêzên kolonyalîst sinor kişandin û niha jî dikişin. Dr. Îsmail Beşikçi lêkolîna xwe li ser mijara ku Kurdistan Kolonniya Navneteweyî û Kurd di nav xwe de jî lihev nakin. Prof. David Romano li ser mijara ewlehî, li Herêma Kurdistanê, DAİŞ û jeopolîtîk kirîye. Ew li ser rola kurdan di şerê li dijî DAÎŞ (ISIS) dike û çima ev şer jibo tevahiya mirovahiyê li ser rûyê erdê girîng bûye. Kurd li Iraq û Sûriyeyê hêza leşkerî ya herî bibandor li dijï DAIŞê bûn. Pêşmerge pêşveçûna DAIŞê rawestandin tam dema ku artêşa Iraqê di sala 2014ê de hilweşiya û YPG/YPJ li Sûriyeyê bû hevkarê girîng ê DYAyê di şerê li dijî  DAÎŞê. Prof. Ofra Bengio, SOAS, Zanîngeha Londonê (SOAS (University of London), lêkolîna xwe li ser mijara Avakirina dewletê, Dîroka Siyasî ya kurd kirîye. 

Divê hikûmetên dewletên cîran rêzê li biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bigirtana û wê îlan bikira, lê hemû bi hev re li dijî serxwebûna Kurdistanê derketin. Divê Neteweyên yekbûyî, Yekîtîya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî rêzê li 25ê îlona 2017ê bigirtana û serxwebûna Kurdistanê îlan bikira. Gelê kurd bi sedan salan li dijî zilmê û jibo Kurdistaneka azad şer kirîye. Mînakên din ên neteweyên (xelq) bê dewlet pir in. Kurd ne bi tenê bê dewlet in. Ji bilî kurdan ên bê dewlet ev in:

  • Sahrayî
  • Baskî
  • Katalanî
  • Tamîlên Srî Lankayî

(Gelekî netewyên din jî bê dewlet in).

Di mînakên qirkirina gelên bindest de gelek xelq/netewe piştî şerên giran gihiştin serxwebûnê, mînak:

  • TÎmora Rojhilat
  • Kosova
  • Sûdana Başûr

  4. Reqabeta Siyasî û nakokîyên navxweyî

Di çarçoveya kurdî de, gelek saziyên kurdan hene, lê dabeşbûna siyasî ya di navbera PDK û YNK de kapasîteya dewletê qels dike. Kurd xwedî kapasîteya xwe ya sazûmanî û temsîlîyetê ne. Pirsa bingehîn a teoriya avakirina dewletê ev e ku dewletek çawa jı hundir ve tê avakirin?

Reqabata siyasî li Silêmaniyê heye bi awayekî kûrtirîn dabeş bûye. Newekheviya di navbera herêman de, bi taybetî di navbera Hewlêr û Silêmanî de…jibo hin kurdan, Bafel Talabanî temsîla têkoşîna desthilatdariya derveyî û dabeşbûna navxweyî dike, di heman demê de Lahur wekî kesek tê dîtin ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî tê cezakirin û niha di girtîgehê de ye. Bafel Talabanî û Lahur du rêberên cuda ne. jibo hin kurdan, Bafel Talabanî temsîla desthilatdariyê dike, di heman demê de Lahur wekî kesek tê dîtin ku ji ber nûrênên xwe yên siyasî tê cezakirin û niha di girtîgehê de ye.  Têkoşîna desthilatdariyê ya navxweyî di nav Yekitîya Nişmanî ya Kurdistanê (YNK) de dikaribû bi dîyalogê dikaribû çareser bibiya. Piştî pevçûna 2021ê ya di navbera Bafel û Lahur de bihîşte kansera siyasî:

  • Têkoşîna desthilatdariyê ya navxweyî di nav Yekitîya Nişmanî kurdistanê (YNK) de.
  • Piştî pevçûna 2021ê ya di navbera Bafel û Lahur de. Lahur ji meqamên hate dûrxistin.
  • Tora Lahur ya internetê hat girtin (hat qedexekirin û destdanî ser Tora wî). Ez vê yekê wekî motîvasyoneka siyasî şirove dikim
  • Lahur ji alîyê dijberên siyasî ve bi tawanan (sûc) hate tawanbarkirin.
  • Reqabeta siyasî li Silêmaniyê YNK bi awayekî kûr dabeş kirîye.
  • Lahur ji ber nêrîn û ramanên xwe yên siyasî hatiye girtin; ne ji ber binpêkirina ewlehiyê. Netehmûlbûna Bafel ji rexneyan e.

5. Rewşa Objekt, Subjekt û hebûna kurd

Rewşa objektê dema ku kurd dibin tiştek ku yên din wan pênas dikin, hingê dibin objekt ku Tirkiye, Irak, îran û  Sûriye li ser dipeyvin (diaxivin), lê ne bi kurdan re dipeyvin. Rewşa subjektê ew e ku kurd bi xwe tevdigerin. Kurd xwedî kapasîteya xwe ya sazûmanî û temsîlîyetê ne. Mînak kurd li Herêma Kurdistanê wekî subjekt derketine holê bi parlemento û hikûmeta xwe ve hene.  Bûyîna wekî subjekt û kurd bi xwe heye. Kurd wekî hebûnên çandî yên zindî hene. Gelê kurd hebûn bi xwe heye. Hebûn bi hişmendiya gelê kurd ve girêdayî ye ku ew dibe mijar. Hebûn wekî ku ji himendiya gelê kurd re xuya dike. Pirsa kurd, pirsa hebûnê ye ku ji objektê derbasî subjektê bibe e. Hebûn di du astan de tevdigere:

1. Statûya hebûneka ontolojîk, dema kurd dibin yek û li hev dikin, hingê statuya gelê kurd tê naskirin. Gelê kurd dikare bibe subjekteka ontolojîkê jibo hebûna xwe û bibe xwedî nasnameyekê. Ji alîyê siyasî ve gelê kurd bi fermî nayê tê naskirin.

2. Lê objekta siyasî Tirkiye / Îran / îrak/ Sûriye statuya kurdan diyar dike. Ev bingeha nakokiyên kurd /tirk / ereb / faris e.

Dema ku YNK (Yekitîya Nişmanî Kurdistanê) û PDK (Partiya Demokrata Kurdistan) li hev nekin (cûda dibin) objekt û Tirkiye/Îran/îrak/Sûriye pêşeroja wan diyar dike. Dema ku kurd dibin yek, ew dibin subjek. Bûyîna wekî subjektê, Kurd dibe subjekt dema ku ew tevdigere, xwe bi rêxistin dike, xwe îfade dike û saziyên xwe diafirîne. Divê YNK û PDK lihev bikin, desthilatdariya Herêma Kurdistanê di navbera xwe de parve bikin, ji ber ku ev parvebûn ji alîyê siyasî û ewlehiyê ve parastina kurdan dike. Ez bawer dikim ku PDK û YNK bi hev re dikarin pirsgirêkên herî xirab çareser bikin.

1. Ewlehî û aramî li Herêma Kurdistanê: Lihevkirina YNK û PDK/yekîtîya navxweyî dê rê bide kurdan ku lihev  bikin, artêşeka profesyonel biafirînin û ewlehiya Herêma Kurdistanê xurtir bikin.

2. Yekitîya neteweyî: Yekîtîya kurdan zimanekî hevpar, aborîyeka aram û hêzeka danûstandinê ya mezintir dide kurdan.

3. Helwesteka danûstandinê ya bihêztir li dijî Bexdayê pêwîst e. Nelihevkirina YNK û PDK´ê rê dide Bexdayê ku bi cuda bi Erbîl û Silêmanîyê re danûstandinan bike.

4. Parastina aborî li ser axa Kurdistanê: Yekîtîya kurdan dikare planeka aborî ya hevpar, têkiliyên çêtir bike bi şîrketên navneteweyî yên navdar re çêbike û gendelîyê kêm bike.

5. Kêmkirina manîpulasyona derveyî: Parastina Herêma Kurdistanê li dijî îran û Tirkiyeyê pêwîst e. Îranê piştgirî da YNK dike û Tirkeye jî piştgirî da PDK´ê. Sedem çi ye, bihizre?  Girêdayîbûn bi Îran û Tirkiyeyê re, bêbawerî û qelskirina Herêma Kurdistanê afirandiye.

6. Helwesta neteweyî û baweriya gelê kurd li Herêma Kurdistanê: Gelê kurd îstîqrar, sazîyên fonksiyonel û bi dawîanîna nakokiyên partîyan dixwaze.

7. Subjektîvîteya gelê kurd: Di dîrokê de ji objektê ber bi subjektê ve mimkûn e, dema ku kurd lihev bikin ew dibin subjekt.

Netewe ji rêberan mezintir e, hizrek e ku di felsefeya siyasî de dubare dibe.  Li Afrîkaya Başur.  Mandela sembol bû, lê netewe ji wï mezintir e. Netewe hemû gel in bi hev re xwedî serok dikarin werin û biçin lê netewe dimîne. Hin argumanên felsefî yên ku piştgirî didin vê îdîayê:

1. Netewe hebûna xwe ye. Hebûn di hebûna xwe ya herî hundirîn de heye. Netewe kolektîf e ku mirov par dike, ne afirînerên (berhem) rêberên takekesî yên ku têkdiçin an desthilatdariya wan an tê guhartin.

2. Hêz di navbera mirovan de derdikeve holê, ne di yek kesî de.

Fîlozofên serdema ronakbiriyê Locke, Kant û Rousseau ramanên xwe yên li neteweyê li ser peyman, qanûn û îradeya gel avakirin, ne li ser rêberan. Platon dixwest padîşahên fîlozof hebin, dewletê birêve bibin, lê ew her wiha tekez dike ku divê ew li gorî qanûnan tevbigerin û nebin xwediyê milkê taybet.

Dema ku YNK û PDK desthilatdariyê di navbera xwe de parve dikin bêyî ku encamên hibijartinê çi bin, ev tê vê wateyê ku gel dibe objekt û dengê wan bandorê li belavkirina desthilatdariyê nake. PDK û YNK dibin subjekt ku ew bixwe biryar didin. YNK û PDK heman tiştî dixwazin, Kurdistaneka bihêz, lê ew li ser rêya gihîştinê li wir, kî dê rêberiyê bike li hev nakin û nakokiyên kevin ên ku hîn jî bandorê li herduyan dikin, didomînin. Çima tevî heman armancên xwe, YNK û PDK şer dikin? Hem YNK û hem jî PDK bi bingehîn heman tiştek dixwazin; Kurdistaneka bihêz. Lê ew ji ber sê sedemên sereke dikevin nav pevçûnê, ew jî ev in:

1. Rêyên cuda jibo heman armancê

 PDK û YNK li ser armancê li hev dikin, lê li ser rêbazê (metod) li hev nakin. PDK dixwaze bi Tirkiye û Rojava (ewropa) re bêhtir hevkariyê bike. YNK dixwaze bi Îran û Bexdayê re bêhtir hevkariyê bike. Ev tê vê wateyê ku ew du stratejiyên cuda ne.

2. Têkoşîna jibo serokatî û desthilatdariyê

PDK û YNK, her du partî jî dixwazin di siyaseta kurdan de bibin hêza pêşeng. Kî Kurdan li qata navneteweyî temsîl bike?  Kî Herêma Kurdistanê birêve bibe? Kî hêzên ewlehiyê kontrol bike? Dema ku PDK û YNK, her du dixwazin heman projeyê bi rêve bibin; reqabet derdikeve holê.

3. Nakokiyên kevin û bêbawerî

Şerê navxweyî yê salên 1990î birînên kûr çêkir. Bêbaweriya di navbera rêberan de heye û ev tê vê wateyê ku heta pirsgirêkên siyasî yên jî bi hêsanî dibin nakokiyên mezin.

Demokrasiya lihevkirî, mînak:

  • Desthilatdarî tê parvekirin
  • Kêmnetewe têne parastin

Divê gelê kurd ji objektê derbasî subjektê bibin. Divê sazîyên kurdan ên rasterast temsîla kurdan dikin, hebin. Dabeşkirina kurdan a navxweyî subjektîvîteteyê qels dike. Mînak:

1. Neteweya kurd/milet bi tevahî ji serokan mezintir e. Li gorî vê nêrînê netewe ne hikûmetek e, lê  hişmendiyeka dîrokî ye. Bîra neteweya kurd mîna çem e û rêber dikarin bendavan ava bikin, lê çem heta hetayê diherike.

2. Netewe hebûneka exlaqî ye û ji hemû rêxistinên kurdan mezintir e.

3. Neteweya kurd nasnameyeka navxweyî ye. Neteweya kurd wek organîzmayeka hundirîn a çandî ye.

4. Netewe ji serokên xwe yên siyasî mezintir e.

Perwerdehiyeka hevpar mimkun (gengaz) e. Perwerde tenê saziya ku bi xwezayî kurdan dike yek. Desthilata perwerdehiyê ya Swêdê bê alî ye. Em dikarin sûd jê werbigirin. Saziya perwerdehiyê ku ji alîyê YNK/PDK ve nayê kontrolkirin, bi xwe ve girêdayî be û li wir perwerdekarên profesyonel bixebitin. Em kurd dikarin ji perwerdehiya mamosteyên Swêdû sûd werbigirin. Encam ew e ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sîstema perwerdehiya Swêdê sûdê (îlhamê) werbigire, ji ber ku ew li ser nirxên demokratîk û wekheviyê hatiye avakirin. Lê ev mîna kopiyekê ya rasterast ne mimkûn e, ew reformên sazûmanî û îradeyeka siyasî ya demdirêj hewce dike. Rexne dikare bandora siyasî ya partîyan kêm bike. Çima pirsgireka Kurd di navbera objekt û mijarê de asê maye?

Sê sedemên sereke hene, ew jî ev in:

1. Jeopolîtîk: Hêzên mezin Kurdan wekî objektan bikar tînin.

2.  Mantiqa ewlehiya dewletê: Tirkiye/Îran/Irak/Sûriye xweseriya kurdan wekî gef dibîne.

3. Parçebûna navxweyî / nelihevkirina kurdan /YNK û PDK, roleka negatîf dileyîze.

Fîlozof wekî hukumdar (Platon), fîlozof wekî şêwirmend û fîlozof wekî rexnegirê desthilatdariyê (Kant, Foucault), em wan bixwînin,  binirxînin û bibînin ka ew îro çi wateyê didin. Platon bawer dikir ku fîlozof kesên zana ne, ji başiyê fam dikin ji lewre jî,  jibo hukumkirinê herî guncaw in.  Li gorî  Platon siyasetmendar  ji alîyê xwestekê ve têne birêvebirin. Lê fîlozof ji hêla aqil ve têne birêvebirin. Arîstoteles dibêje: “fîlozof divê rêberî bike, ne ku hukum bike. Arîstoteles rexne li Platon digire, dibêje fîlozof pir teorîk e û li gorî wî dewlet hewceyê aqilmendiya praktîkî ye. Fîlozof divê şêwirmend be, ne hukumdar be. Li gorî Voltaîre, Kant û Rousseau rola fîlozof rexnekirina desthilatdariyê, ronîkirina gel û eşkerekirina (formulekirin) prensîbên edaletê ne.

6. Donald Trump, Tom Barrack û Ehmed Şera 

Piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jibo Ehmed El-Şara pirsgirêkdar e. Ji ber ku paşxaneya wî terorîstî ye. Bi ya min DYA fersendek dibîne ku Sûriyeyê ji Îran û Rûsyayê dûr bixe. Sedem ev e.

Tom Barrack (16.06.2026) di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de got: “Serok Trumprêzgirtineka taybetî ji gelê kurd û serokatiya wan re heye”, lê rêzgirtina rastîn ne tenê gotin e, tetbîqkirina wê di praktîkê de ye. Neçîrvan Barzanî  hevsengiyê (balans) di navbera DYA, Iraq û Herêma Kurdistanê  de ava dike. Serokatiya wî pragmatîk û ji alîyê dîplomasîyê ve nermtirîn.

Yek ji taybetmendiya bingehîn a N. Barzanî ew e ku ew  avakerê pireka herêmî ye. Ew di navber Bexdad û Herêma Kurdistanê ye.

Hin taybetmendiyên Neçîrvan Barzanî  ev in:

1. Têkiyeka xurt û aram a DYA bi Marco Rubio re.

2. Hebsengî (balans) û diyaloga vekirî bi Bexdayê re.

3. Îstîqrara herêmî û dîplomasiyeka  serketî.

Amerîka di sala 2003an de derfeteka bêhempa da Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku kapasîteya ya dewletê xurtir bike. Îsraîl, Fransa û DAY destên kurdan ên stratejîk in. Têkiliyên N. Barzanî û PDK bi Amerîkayê re stratejîk  û demdirêj in.

 Pêywendiya nêzik a Tom Barrack bi serokên Ereb re heye. Têkiliya Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera  bi Tom Barrack re heye. Gelo Barrack nêzîkî yek ji terorîstên herî xirab ên cîhanê Ehmed Şera ye û alîkarîya wî dike? Belê, rast e ku paşxaneyeka terorîstî ya Ehmed Şera heye û dijminê herî xirab ên jinên Êzidî ye. Ew terorîstê herî xirab ê cîhanê ye. Desthilatdariya Ehmed Şera nemerovahiyê diafirîne û şermeka mezın e jibo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê. Mirov dibêje qey ji xelaya serokan an siyasetmendar wî kirine serokkommarê Sûriyê. Ev rûreşiyeka mezin e jibo tevahiya cîhanê. Nîşana lêgerîna Akademîk ev e ku Ehmed Şera bi El Qaîde, El Nusra û Tehrîr Şamê re ku tawan (sûc) û kiryarên terorîstî kirine hawayekî bi hovane.

7. Kurte

Hikûmeta Herêma Kurdistanê kontrolên sînorên xwe, rêveberiya xwe û dezgehên xwe yên ewlehiyê kontrol dike. Yek ji van a herî bihêz, xwedî kapasîteya dewletê ye. Dabeşbûna siyasî ya navxweyî (YNK û PDK) bûye sedema sereke ya nenaskirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî dewleteka Kurdî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî kapasîteya dewleteka Kurdî ye, lê kapasîteya wê ji alîyê siyasî ve perçe perçe ye û bi aktorên derve ve girêdayî ye. Ji ber vê akademîsyen û lêkolînerên mîna Gareth Stansfield, Kamaran Palanî û Yanîv Voller  Hikûmeta Herêma kurdistanê wekî dewteka kurdî ya nenas bi nav dikin; dewletek di praktîkê de heye, lê bêyî ku di qata navneteweyî de bê pejirandin û naskirin.

Neteweya kurd xelqeka mezin û xwedî dîrok e, ne tenê PDK an YNK e. Neteweya kurd ji du partiyan mezintir e.  Neteweya kurd piralî ye, ne tenê girêdayî du partiyan e. Neteweya kurd ji YNK û PDK mezintir, kevintir û dewlemendtir e.  PDK û YNK ji neteweya kurd afirîne û du partiyên mezin in, lê ne neteweya kurd e. Referandûma 2017ê ne projeyeka yekane bû, ji ber ku partîyên siyasî (PDK, YNK) lihev ne kiribû. Partî û komên kurd ên li dijî Referandûmê bûn ev bûn: Tevgera Gorran, Komala Îslamî ya Kurdistanê, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê, asurî, tirkmen û  partîyên din ên kêmneteweyan. Bi taybetî Tevgera Gorran, PKK û hin beşên YNK (hin komên YNK) li dijî pêvajoya Referandûmê bûn, lê li pişt wan Îran, Tirkiye û Iraq hebûn. Perwerde û mafên hemû kêmneteweyan li Herêma Kurdistanê ku wekî xwezayî heye. Mafên asûrî/suryanî û kêmneteweyên din heye di dibistanan de bi zimanê xwe fêr bibin û navendên çandî yên xwe birêve bibin, zimanê xwe di medya û dêran de bikar bînin. Wezareta perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê dibistanên kêmneteweyan fînanse dike, mafek ku li Tirkiye, Îran, Irak û Sûriye tune ye û hemû kêmnetewe jê bêpar in. Tevî kapasîte û şiyanên xwe jî, çima Hikumeta Herêma Kurdistanê ne dewleteka Kurdî ya naskirî û pejirandî ye?

PDK û YNK saziyên xwe yên cuda avakirine, mînak:

  • Du hêzên îdarî yên ji hev cuda.
  • Du rêvebirîyên îdarî yên ji hev cuda.
  • Du navendên ewlehî û siyasî yên ji hev cuda.

Divê kurd bibin subjekt. Neteweya kurd li ser partiyan e. Dema ku her partîyeka kurd, xwedî milîsên xwe be, dabeşbûnên navxweyî kûrtir dibin. Ku gelê kurd li ser milîsên partiyan (PDK/PDK) e. Bêyî yekîtiya subjektê dewleta kurdî ava nabe..

Sazî avakirina dewletê ne. Serxwebûn ne ax e, dadgehên serweriya hiqûqê ne. Dema ku gelê kurd wekî aktorekî stabîl tevbigere, serxwebûn ne dibe gef, lê dibe pêwîstiyek. Dewlet bi çek nayê avakirin. Dewlet bi saziyên neteweyî û destûran tê avakirin. Divê cîhan kurdan wekî aktorekî aram bibîne. Pirsa kurd bi çekan nayê çareserkirin. Rêya serxwebûnê ne çek e. Cîhan çekan nas nake, lê aramî, mafên mirovan, pêşbînîkirin û berpirsyariyê nas dike. Pêşeroj bi qanûn, dibistan, xwendin, zanîngeh, sazîyên Kurdistanî û bi nûnêrtiya yekgirtî ya kurdan ve tê avakirin.  Herêma kurdistanê xwedî hikûmet û saziyên xwe ye, mînak:

  • Parlamento
  • Hikûmet
  • Serokwezîr
  • Serokherêm
  • Wezareta dadwerî
  • Wezareta hundir
  • Wezareta pêsmergeOfisa peywendyên derve (mîsyona derve).

7. Çavkanî û referansên akademîk

Al. Ali, N. (2018). Kurdish Woment´s Movement Aktivism, Potitics and Gender. Pluto Press: Brown University.

Eriksen, H. T. (1996).  Historia, myt och identitet. Stockholm: Bonnier Alba.

Palani, K. (2021). Herikîn û Dînamîkên Dewleta De Facto: Doza Kurdistana Iraqê:

Teza doktoriyê: Zanîngeha Leidenê.

Gaunt, D. (2011). Historians Picnic in Kurdistan. Huddinge: Södertörns högskola.

Gaunt. D. (2001). Folkmordet på assyrer 1915. Huddinge: Södertörns högskola.

Gunten, M. (2007). The Modern Origion of Kurdish Nationalism, in Gunter and Mohammed M.A Californic: Mazda Publishers.

Gunter (2016). Dîroka kurdan a Modern. Markus Wine Publishers.

Karlsson, I.  (2007).  Europa och Turkiet. Stockholm: Wahlström & Widstrand.

Loqman, R. (2022). Hiqûqa Navneteweyî: Kurdistan, Kurd û Xwerêvebirin, Îsko Skottland: Edinburghs University

Palani, K., Khidir, J. Dechesne, M.,  & Bakker, E.  2019). Pêşveçûna Dewleta De Facto ya Kurdistanê. Referanduma Serxwebûnê ya Kurdistanê, Îlona 2017ê: Third Word Quarterly.

Palani, K. (2022).  Kurdistan´s de facto statehood: A. new explannatory. London: Routledge.

Loqman, P. (2022/2023).  International law: kurdistan, Kurds and self-determination och Towards an Independent Kurdistan: Self-Determination in unternational Law.

Romano, D. (2006). Tevgera Neteweperst a Kurd, Cambridge University: Press

Saeed, Y. (2021).”Kurdish Diaspora Politics in the US. Middle East Institute. American University

Romano, D. The Kurdish Nationalist Moverment: Cambridge University.

Voller, Y. (2014). Tevgera Rizgariya Kurd li Iraqê: ji Serhildanê ber Dewletbûnê. New York: Routledge.

Beşikçi, Î. (2004).  Devletlerarasi Sömürge Kurdistan. Ankara: Yurt bokförlag

Têbinî: Hemû çavkanî û referans hatine nivîsandin (hin referans jî bi tevahî nehatine nivîsandin). Du rêbazên cuda hatine bikar anîn. Yek ji rêbaza (metod) akademîk (zanistî) û rêbaza klasîk (hêsan) da ku kesên ne akademîsyen jî bbi hêsanî têbigihîje (fam) bike).

Dr. Maruf YILMAZ (akademisyen, fîlozof û zimanzan)

Back to top button