FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser pêşxistina peywendiyên bi Rûsyayê re dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Hezîrana 2026an pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: “Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubin jî amade bû, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê kirin.”

Balyozê Rûsyayê destnîşan kir ku “Herêma Kurdistanê li cem hikûmet û serkirdayetiya Rûsyayê xwedî pêgeheke taybet e” û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşvebirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin nirxandin.

Back to top button