
Kemal Kılıçdaroglu, serokê CHPê yê berê ku cardin bi biryara dadgehê bû serokê CHPê. Kiliçdaroglu tevlî weşana zindî ya SözcüTV bû. Sözcü Tv kanaleke girêdayê CHPê ye û ji aliyê vê partiyê ve jî tê finanse kirin. Piştî biryara Dadgehê jî ev kanal hêja bi germî pişgiriya Ozgur Ozer dike.
Di weşana Sözcü TV de, mijara “parêzbendiyê” hat bibîrxistin – Wek tê zanîn hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş parlementerbû, wek hemû parlementeran parêzbendiya wî jî hebû. Lê dema ku Kemal Kiliçdaroglu serokê CHPê bû, pêşniyarek hate parlementoyê û daxwaz dihat kirin ku, parêzbendiya parlementerên ku di derbarê wan de sedema her cureyekî de doz hatî vekirin, bila parêzbendî rabe û ew parlementer bêne darizandin. Hingê CHPê jî deng da ku bila parêzbendî rabe. Ji xwe piştî vê yekê Demirtaş hate darizandin û kirin girtihgehê de.
Ev yek di hevpeyvîna SözcüTV de ji Kiliçdaroglu hate pirsîn. – Kiliçdaroglu bersiv da, “Birêz Selahattin jixwe piraniya dengan digirt; ew bi sûcên terorîzmê re rû bi rû bû.” Dema ku hat bibîrxistin ku wî deng daye rakirina hemî parêzbendiyan, wî bersiv da, “Erê, me kir.” Dema ku ji wî hat pirsîn ka ew poşman e, wî bersiv da, “Na.” Ev bersiva Kiliçdaroglu di qada siyasî û raya giştî de dengvedanek çêkir.
Piştî vê hevpeyvînê cigirekî Kiliçdaroglu bernameyek din a televizyonî de daxûyaniyek da û got: “Di rojên pêş de, Birêz Kemal dê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Birêz Selahattîn Demîrtaş bike. Hûn ê berdewam bikenin. Me berê jî kesên ku li ber birêz Kemal dikenin dîtine. Ez difikirim ku divê em baldar bin. Em ê hemû guh bidin daxuyaniya Birêz Kemal piştî serdana wî ya Selahattîn Demîrtaş.”


