FlaşPolîtîk

69 saliya damezirandina PDK-S

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê di nameyekê de tekezî li ser berdewamiya kar ji bo dîtina çareseriyên siyasî yên dadmend ji krîza Sûriyê re ji bo dewleteke demokrat piralî ku mafên tevaya pêkahateyan gerentî bike, kir.

PDK-Sê nameyeke bi bûneya salvegera 69emîn a damezirandina xwe belav kir, tê de got, “Ji damezrandinê ve PDK-S li pêş siyaset û projeyên şovînî yên dijî miletê Kurd ji aliyê hikûmetên Sûriyê yên li pey hev hatî rawestiya, wek Kembera Erebî, serjimêriya awarte û siyaseta erebkirina cih û gund û bajarokan û bêparkirinê ji kar û dûrxistinê ji karê Hikûmî”.

*”Xebatkarêm me rastî astengiyan hatin” 

PDK-Sê diyar kir, “Ji ber vê xebatê, serkirdayetiya Partî û kadirên wê yên pêşîn û alîgirên wê bi berdewamî rastî girtin û dûvçûnê hatin, ji dema yekbûna Sûriyê û Misrê ve sala 1958an ta Hikûmetên Partiya Be’s û rêjîma stemkar a hilweşandî”.

PDK-Sê di nameya xwe de got jî, “Tevî hemû astengiyan, partî ji tevaya qonaxan, bihêztir derket, bi piştgirêdanê bi kombûna cemawerî ya berfireh û rêbazeke siyasî ya hevseng û berpirs, rêbaza barzaniyê Nemir”.

Her weha di nameyê de hatiye, “Li asta netewî Kurdî li Sûriyê PDK-Sê tekezî li ser mafên netewî yên gelê Kurd dike û banga Yekrêziyê kiriye, ENKS di destpêka şoreşa Sûriyê de hate damezrandin, ta gihiştinê bi Konfransa 26ê Nîsana 2025an her dem banga yekrêziyê kiriye.

Got jî, “Destê Partî bi rêya ENKSê dê her dem dirêjkirî be ji bo lihevkirina netewî û niştîmanî li gorî xwesteka miletê Sûrî bi giştî û yê Kurd bi taybetî”.

“Danpêdana destûrî bi hebûna miletê Kurd”

Di nameyê de hatiye, “Li ser asta niştîmanî, di salên krîza Sûriyê de helwestên PDK-Sê bi rêya ENKSê re zelal bûn, berev danpêdana destûrî bi hebûna miletê Kurd li Sûriyê û pêkanîna mafên wî yên netewî dikir. Piştî hilweşandina rêjîma diktator, Partî her dem kar ji bo dîtina çareseriyên siyasî yên dadmend ji bo krîza Sûriyê dike, ji bo dewleteke demokrat piralî ku mafên tevaya pêkahateyan gerentî bike”.

“Ewlehî, dadmendî û welatîbûna yeksan bo Sûriyan”

Di dawiyê de PDK-Sê tekez kir ku “Ew giringiyê dide beşdariya çalak û berpirs li gel tevaya hêzên niştîmanî di avakirina pêşeroja Sûriyê de, ji bo pêkanîna ewlehî, aramî, dadmendî û welatîbûna yeksan bo tevaya Sûriyan”.

Back to top button