
Şaredarê Şaredariya Keskin a bajarê Kirikkale ya Tirkiye Ekmel Cönger, ku ji ber gendeliyê 5 sal, 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji kar hat dûrxistin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji dûrxistina kar a Ekmel Cönger, şaredarê Şaredariya Keskin a Kirikkaleyê, ragihand.
Daxuyaniya Wezareta Karên Hundir wiha ye:
“Piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Kirikkaleyê ya 8ê Hezîrana 2026an û bi hejmara 2026/84, Şaredarê Şaredariya Keskin a li Kirikkaleyê Ekmel CÖNGER, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wekî tedbîrekî li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi awayekî demkî ji kar hatiye dûrxistin û li gorî xala 251/1 a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ji ber sûcê ‘Wergirtina Bertîlê’ 5 sal, 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Her wiha ferman hatiye dayîn ku tedbîrên kontrola dadwerî, tevî qedexekirina derketina derveyî welêt, lê were birîn.”


