
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku sê cure mûşekên balîstîk ber bi baregehên leşkerî yên Amerîkî li Kendav û Urdunê hatine avêtin.
Îro ajansa nûçeyan a Tasnim, ku medyayek nêzîkî Pasdara ye, dîmenên vîdyoyî yên çend mûşekên balîstîk ên ku li Behrêyn, Kuweyt û Urdunê hatine avêtin weşand û got ku êrîş bi sê cure mûşekên balîstîk hatiye kirin.
Li gorî ajansê, di êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li herêmê de mûşekên Qadr, Emad û Xeyberşkanî bi kar anîne.
Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got ku hêzên Amerîkî di saet 5:00 êvarê bi dema Rojhilat (12:00 piştî nîvro bi dema Hewlêrê) de li dijî Îranê êrîşek dest pê kirine.
Centcom êrîş wekî “bersiveke guncaw ji bo êrîşkariya bê bingeh a Îranê” bi nav kir, ku armanc ew bû ku helîkoptera Apache ya wê li ser Tengava Hormuzê êxistbûn xwarê.
Paşê, baregeha Xetem-ul-Enbiya got ku hin baregehên Amerîkî li herêmê ji aliyê artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê ve hatine hedefgirtin”.


