CivakFlaş

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de

Îro di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, ez silav û rûmetên xwe pêşkêşî hemû parêzvanên jîngehê, rêxistin û aliyên têkildar ên Herêma Kurdistanê dikim ku bi dilsozî ji bo parastina xweza û jîngeha ciwan a welatê me kar dikin.

Parastina jîngehê û rûbirûbûna bandorên guherîna av û hewayê, ne tenê erkeke hikûmî ye, belku berpirsiyariyeke mezin a niştimanî û mirovî ya hevbeş e. Erka me hemûyan e ku di navendên perwerdeyê, malbat, medya û saziyan de, bi hev re ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê û kêmkirina metirsiyên li ser xwezaya welatê me kar bikin.

Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wek her car, pêdagirê hevkarî û karkirina hevbeş e ligel Hikûmeta Iraqê ya Federal û civaka navdewletî, ji bo girtina rêkarên pêwîst bi mebesta parastina çavkaniyên xwezayî û mîsogerkirina jîngeheke tendirust û paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên bê.

Roja Cîhanî ya Jîngehê li her kesî pîroz be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/06/2026

Back to top button