FlaşPolîtîk

Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim rewşa siyasî gotûbêj dikin

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezmê kir û di rûniştinekê de rewşa siyasî ya Îraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de nîqaş kir.

Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wê hevdîtinên de rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Îraqî de hatine nîqaşkirin.

Back to top button